Pêla agir Riwanser jî girt

22:15 - 20 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya agir pêkevtina bi guman a daristanên rojhilatê Kurdistanê, dar û bîşeyên Riwanser a ser bi Kirmaşanê jî, ji wê bûyerê bêpar neman.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêcşemî bervar 18`ê hezîranê, beşek berçav ji daristan û çol û çiyayên Riwanserê bi bûyera şewatê re rû bi rû bûn û dar û gihayên wê deverê di nava guriya agir de man.

Di wê şewatê de bi dehan hekrat ji darsitanên gundevarên Şanereş û Dereke ên quntara çiyayên “kelelan” di nava guriya agir de bûn rejî.

\"27022.jpg\"
Şawitîna daristanên Şanereş û Dereke
Ew agir pêketine bi hewildana şêniyên deverê hatiye kontirolkirin. Hîna sedemên wê şewatê nehatine zelalkirin.

Hefteya borî jî daristanên Ciwanroya rojhilatê Kurdistanê dîsa bi bûyereke agirpêkevtinê re rû bi rû mabû.

Daristanên “Kavat” darûbarên derdora şikefta Qurîqila, bêşiyên derdora gundê Delîlî û Bûrwar ê Şaho ji wan mekanan e ku di nava agir de şewitîne.

Hêjayî gotinê ye tevahiya wan şewatan bi alîkariya şêniyên deverê û Encûmena Kes a Maprîs hatine kontirol kirin. Eva di demek de ye ku Hikûmeta Îranê bi zanebûn tu hewlekî bo vemirandina daristanên Kurdistanê nagre berxwe.