Pêgeha Siyasetê Di Piroseya Netewexwazî, Yekîtî Û Gotara Neteweyî De

13:28 - 9 Gulan 2013
Unknown Author
Serbest Urmiye

Di navbera ronakbîr, nivîskar û siyasetvnên Kurd nemaze di rojhilatê Kurdistanê de eva demekî dirêj e ku pirsa gotara neteweyî yê bûye mijara piraniya bas û babetan. Di vî warî de herçende heta niha pirr pertûk û babet hatine weşandin, lê dîsan jî diyar e ku hêj di navbera du nifşên siyasî û ronakbîr ên civaka Kurdistanê de, ji hev tênagihîştinek heye.

Di vê babeta xwe de em dê hewil bidin ku heta cihê ku ji me re dilive siroveya pêgeha siyastê di piroseya netewexwazî, yekîtî û gotara neteweyî de bikin.

1_ Netewexwazî
Her du têgehên netewe û netewexwazî doma pêvajoya sêvirandina welatan di çarçoveya desthilata herêm, mîrnişîn û paşayetiyê de ne. Niştecihên weltekê weke welatî dihatin linav kirin û dûr ji wate û têgeha şûnasa netewexwazî û hesta welatparêziyê, wefadarî û derwestbûna wan derheq desthilata hakim yan paşayê wî sînorî, weke şûnasa siyasî ya welatiyan dihesibî. Netewe bi wateya xelk û niştecihê welatekê, bo cara yekemîn di şoreşa Firansayê de hate ber bas û cihê xwe girt. Ji ber ku şoreşa Firansayê pêkhatibû ji şikandina sînor û çarçoveya welatiyên tac û textan û çûna nav bazneyeka berfirehtir û bûn bi welatiyên Firansayê. Her di bin bandora vê şoreşê de jî bû ku piştre nexşeya Ewrûpayê ku heta nîv sedsala nozdan de ji hin împratoriyên çend netewe weke Usmanî, Otrîş û Rûsiyayê pêk dihat, di carekê de guherî û hin welat li ser bingeha hizra netewexweziyê pêkhatin. Her di vî serdemî de bû ku têgeha netewexwazî(milîgerayî) bû bizavekî xelkî û bi çêbûna ala, sirûdên neteweyî, wêje, helbest, rê û resm û cejnên pirr reng ên neteweyî hest û coşekî din di nava xelkê de diht dîtin. Ev hest û coş jî berî wê hindê ku di dîtingehekê siyasî ve were mêzekirin, pitir ji çavkaniya hestên neteweyî û bilinragirtina buha û nirxên neteweyî û serkevtinên berê yên gelê wan ve diherikî.

\"Maks Wêbêr\", pênaseya netewe bi komek ji xwestek, hezkirin û hêviyan şirove dike ku xwe di çarçoveya dewleteka dilxwaz û hêjayî xwe de dibînin. Ev pênase û şiroveya \"Wêber\" dikare bêy li berçavgirtina tu pêşîneyekî taybetî ximê avakirin û peydabûna neteweyekê raçîne.

Bi vî terzî ye ku pêvajoya pêkhatina neteweyan di her cihekî cîhanê de tê xyuakirin. Helbet di pêvajoya peydabûna gellek neteweyan de pêşîneyekî dûr û dirêj a siyasî û çandî rolekî sereke werdigire û beşek ji neteweyên din jî berhem û ji dayîkbûyên hewcehî û qonaxekî dîrokê ne. Hin welat weke piraniya welatên Efrîqayî jî encama sînor danîn û parvekirinên dgîrkeran in.

2_ Yekîtiya neteweyî
Bi hizra \"Êrnêst Gîlnêr\", bingeha çandî tenê hegera pêkhtina neteweyan e. Li gorî vê dîtina \"Gîlnêr\", netewexwazên ku rêberiya piroseya avakirina neteweyan digirin stûyê xwe, yan li ser xîmê çandekî kevnar dest dihavêjin dmezirandina neteweyan yan jî di hewlê de ne ku bi berhevkirina çandekî nû binêşeya neteweyî darêjin. Bi hizra wî tenê demekê piroseya neteweyî digihîje encamê ku bibe xwedî dewlet. Netewexwaz piştî çêbûna dewlet _ neteweyan hemû hêz û krîna xwe digrin kar ji bo damezrandina dewletekî neteweyî û modern û di rêya perwerde û hînkirinê de hewil didin ku ew çanda ku binêşeya neteweyî li ser damezrandine bi ser hemû çandên lawaz û herêmî de zal bikin.

Di aliyeke din ve \"Rolan Bêrton\", mirovnasê Firansayî ku bi çavekî bi rexne ve mêzeyî piroseya yeksan sazî anku yekdestkirinê dike, yekîtiya ziman garantiya yekîtiya siyasî û derûnî dizane û bi baweriya wî geşekirina hizra neteweyî û dewletan di her cihekê de berhema yekîtiya ziman e.

Yekîtiya netweyî rastiyek e ku ji her tiştî zêdetir di pêkhatina dewletên modern de xwedî bandor e û weke pêngeha sereke di berfireh bûn û geşekirina dewletên modern de tê hesibandin. Lêbelê ji bo ku di navbera tex û qatên civakê de yekîtî çêbe û bike netewe, hizrên cuda hene. Bi berhevdana van hemû hizrên cuda rastiya han eyan dibe ku fakterên weke zimanê hevbeş, regez û qewmiyeta hevbeş, çanda yekgirtî û deb û edet, dîrok, hezkirina xak û welatekî hevbeş, berjewendî û armancên hevbeş dikarin bibin mijar û rêbazên bingehîn ên vekolînê ji bo peydabûna yekîtiya neteweyî di welêt de.

Her çende ku yekîtî di navbera pêkhateyên civakê de sedema sereke ya çêbûna yekîtiya neteweyî ye, lê ji aliyeke din ve gihîştin bi yekîtiya neteweyî armanca sereke ya partî û aliyên siyasî ye. Aliyên siyasî navendên bingehîn yên civîn û hevgirtina hizr û xwestekên cuha ne û derfetekê tînin holê ku hêzên siyasî û civakî bandorê danên ser hev û tim pêkhateyên din ên siyasî.

Heger û faktera herî hêja û girîng ji bo berdewamî û temendirêjiya sîstemêm siyasî, yekîtiya neteweyî ye. Di vê qadê de jî her bizavek her çend ku biçûk jî be, dema ku were zanîn ku gefê ji yakîtiya neteweyî dike, dikeve ber kerb û kîna dewlet _ neteweyan. Ji ber vê hindê ye jî ku dewlet _ netewe hertim hemû hewl û şiyana xwe bo parastina yekîtiya neteweyî bi kar tînin û hertim di hewla peyda kirina alav û emrazê hejî û danîna rê û terzên bi vêc de ne bo xurtkirina yakîtiya neteweyî di nava sînorên welat de.

3_ Gotara neteweyî
Berî ku em herin ser mijara gotara neteweyê, wiha baştir e ku em pêş de şiroveya cuhahiya di navbera diyalog a( gengeşeya) neteweyî û gotara neteweyî de bikin.

Bi kurtî armanc ji diyalog anku gengeşeya neteweyî guhertina bîr û rayên cuda ye di asta neteweyî de bi merema ji hev nêzîk kirina hizr û rayên cuda bo berhingarbûn û peydakirina rê û çareyên hêja li hember wan pirsgirêk û arîşeyên ku di rojeva welat de hene yan hegera peydabûna wan heye. Di civakên demokratîk de û li rêya jordebirina asta hişiyariya gel li dor pirsên siyasî û bingehîn yê rojeva welat de, ji teknîka diyalog a neteweyî mifah tê wergirtin bi merema jordebirina asta hişiyariya gel di civakê de û alîkariya berpirsiyarên siyasî bo girtina biriyarên rast û durust. Helbet di çêkirina diyalog a neteweyî de faktera herî girîng, wergirtina hitbar û rakişandina bala gel e.

Ji bo wergirtina hitbar gel û rakişandina raya giştî, ne hewce ye ku me hertim derbasbûyekî bê kêmasî hebe, weke wan rêber û biriyarderên ku xwe nûnerê xwedê li ser erdê dizanin û dar û beran bi şahîd digirin ku herçî kirine û gotine rast û durust e.

Ji bo ku bikarin deng û hitbara giştî werbigirin, hewce ye ku her tak û aliyekî siyasî di serî de ji xwe binihêre. Bi awayekê ku her berpirsiyar û ronakbîrek çi di rêza desthilatê de û çi di rêza neraziyan de, bikare di vê diyalogê de beşdar be û hemû serkevtinên siyasî yê tekoşîna xwe ku di rastî de milkê rêberên xwe helkêş ninin û yê gel in, bidin destê xwediyê wan yên berheq. Bi vî rengî ye ku xebat serkevtinên pitir berhem tîne û yekîtî û yekbûn mizgêniya asoyekî geş dide.

Lê di qamûsê de têgeha gotar bi wateya her gotin û nîşaneyekê ku di derfet û bazneyeka taybet de xwe nîşan dide, hatiye pênasekirin. Di rastiyê de jî her ev bazne û derfete ne ku wate û naveroka taybetî didin gotarê.

Sêvirandina hizr û endîşeyan, xwe di gotaran de dibîne û form û bîçimê didê. Di aliyeke din ve fêmkirin û têgihîştin ji rastiyên siyasî, civakî û bi giştî cîhanê tenê di çarçoveya gotaran de dibe xwedî wateya rast û hegera hatina rojevê peyda dike. Rastiyeka din jî heye ku dibêje cîhan berhema gotarên cur bi cur e.

Ji aliyekî din ve ziman û gotarên pirr alî berhemhînerên têkilî û şûnasa civakî ne û her guhertinek ku di gotarê de peyda bibe civakê jî rastî guhertinê tîne. Ji bilî vê çendî jî eyankirina rastiyan di civakê de berhema milmilanêya gotarên cur bi cur e.

Ya ku \"Cak Drîda\" dibje:\" gotar sîstemên ziman ên nekemilî û negihîştî ne ku berhema cudahiyan in û sedem in bo têgihîştin û rêkxistina tecrûbe û ezmûna me ji cîhanê de\".

Di vê rastê de û bo zêdetir şirovekirina vê babetê emê teoriya \"Mîşêl Foko\" jî li hember teorita \"Cak Drîda\" de daynên ku dibêje:\"gotar ji komek ji şirove û rohnvekirinan pêk tê ku biyaveke taybet ji bo pêkhatina wan hewce ye\". Li gor baweriya wî gotar ne tenê armanc û berdewam ninin, belku di pêşde demkî û dîrokî ne. \"Foko\", di vê baweriyê de ye ku rastî berhema gotaran e.

Helbet di vê qadê de bîr û hizrên din jî hene ku di cihê xwe de hewceyî şirovekirinê dikin, lê ji bo ku em ji basa xwe zêde dûr nekevin, bi li berçavgirtina teoriyên han û berfireh kirin û keşandina wan bo asta neteweyî, em dê pêgeha siyasetê di pêkhatina gotara neteweyî de şirove bikin.

Di meydana xebt û milmilanêya siyasî de, gotar raman, boçûn û armanca rêkxistin yan aliyên siyasî ye ku li gor rewşa serdem guhertin tê de çêdibin. Bê guman divêt her gotarek di her qonax û biyavekê de bersiva lêgerên wê qonaxê be. Di rastî de di her qonaxekê de gotra zal rê û çareya kontirolkirina pirsên sereke û rêyên bi hederçûna hêzê di wê qonaxê de eşkere dike.
Ya ku li cem me bi gotara neteweyî tê pênsekirin, hemû sembol û hêmayên hevbeş wate hêmayên giştî di warê dîrok, çand, nîştiman, ol û siyasetê de li xwe digire.

Ji bo darêtin û şekilgirtina gotarekî neteweyî berî hemû karekê hewce dike ku rê ji mirovên serbixwe û azad re were xweşkirinê ku têkeve qada gotarên siyasî. Xuya ye ku tu gotarek bê kêmasî nine û tu şûnasekî bi tevahî cihgirtî jî nahên destnîşan kirin. Ew jî ji ber vê çendê ye ku hêza bîhanî û bi hevre rêneçûn gefê ji her gotar û şûnasekê dike û ber bi rûyê lêgera hegr û hilkewtê dike. Di encama nebûna tenahî, aramî û gefên bîhanî ku hertim fakterên guhertinê ne di şûnasên cur bi cur de ye ku her gotar û diyardeyek di bazneya heger û hilkewtê tê dîtin. Fakterên han jî xwezyekî vekirî didin civakê û rêya berqirariya civakê dijwar dikin. Rêkxistin û hevxistineka baladest(hêjmonîk) karîna vê çendê heye ku bo midehekê û bi awayekî rêjeyî aramî û cihgîrbûna civakê çêbike. Lêbelê hertim qonaxek ji qeyranê derdikeve ku rêkxistinên baladest(hêjmonîk) û gotara zal ber bi lawaziyê dikeşîne. Di rewşekî wiha de tu hêz û aliyêkî civakî yan sivîl nikarin hêjmoniya xwe biparêzin û hemû rêkxistinên civakî demkî û berdewam di guhertinê de ne.
\" Lakla û Mov\" di teoriya xwe de bi eşkere rewşa lênihêrînê, darêtina civakê û kiriyarên civakî, berhem û encama rêkxistinên siyasî didin zanîn. Ew sîstema peywendiyên civakî weke weke hin aliyên rêkxistî di gotaran de, Pêkhateya siyasî dibîbin. Bi vê wateyê ku bi aliyîkariya bikaranîna hêz û dijberiyê û li ser rê hildana neyaran xwe diparêzin. Li ser esasê teoriya \"Lakla û Mov\", gotarên ku civakê pêktînin û rêkxistina hizr û têgihîştina me ji cîhanê dikin, pêkhateyên siyasî ne.
Li gor baweriya han, siyaset wateya duyemîn û hilgirê biriyara siyasî ye. Biriyara siyasî qada gengeşe û pevçûnê di navbera gotarên cur bi cur de ye bo gihîştin bi aramî, tenahî û ewlehiyê û zal bûn bi ser xelkê din de. Dema ku gotarek zal dibe û dijberên xwe ji holê radike, wê demê ye ku civak ava dibe û wateya temam werdigire.
Çavkanî:
.1 اسمیت آ‌نتونی و هاچینسون جان- ملی گرایی- ترجمه مصطفی یونسی و علی مرشدی زاد
2. برتون، رولان- قوم شناسی سیاسی- ترجمه ناصرفکوهی
3. دکتر شمس الدین فرهیخته- فرهنگ فرهیخته
4. نظریه ‌های گفتمان ـ از زبان شناسی تا علوم سیاسی ـ محمد صدرا