Pêgeh û girîngiya jinan di şûnvarên 2800 salî ên bajarê Îzê de

21:42 - 3 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Şikevta pîroz a “Tarîşa” ya bajarê Îzê ku yek ji şûnvarên kevnar ên serdemê Îlamia ne, dîroka wê vedigere bo 2800 sal berî niha.

Nûçe û raporên belavbûyî bas ji vê yekê dikin ku wêneyên rind û ciwam ên jinan di Nîgarkenên (Şûnvar) peristgeha Tarîşa yê, îşaret bi pêgeh girîngî û rola jinan û berhevbûna wan di karûbarên ayînî û civakî di serdemê Îlamiyan de, wate berî serhildana olê Îslamê dikin.

Ligorî rapora Mîrata Kiltûr a, Erdeşîr Salihpûr nivîskar û şirovekarê pirtûka Tarîşa, serbarê îşaret bi dîroka çend hizar salî ya vê herêmê dibêje ku, nîgarken an ku kesê peykertaş bi vekêşana wêneyek ciwan û balkêş ji “Hanî” Şayê herêma “Ayapîr” (Îze), “Şûtir” û wezîrî wî û herweha “Amanta” ya jina Hanî Şa, di du nîgarkenên cuda de, tê dîtin û ev yek rêz û hurmetên malbatên deverê bo vê cihê pîroz diselimîne.

Navbir’ herweha dibêje ku du kevirên din ên nivîsand di vê şikevtê de hene ku, kesê nîgarkêş bi nivîsandina “Mîxî” û bi awayekî hûr basa vê cihê pîroz û xwedayên Îlamî liser kevir hilkoiye û, hemû kesên nava wêneyê de jî liser pîyên xwe sekinîne û destên xwe liser sîngên xwe danîne û di rewşa “Îbadet”a xwedê û bi piyên pê xwas der dikewin.