PDKÎ û Komeleyê hember bûyerên Qendîlê helwest girtin

19:46 - 24 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya şer û pevçûnên navbera PKK û PDKÎ de, mekteb (defte)a siyasî ya partiya Demokrata Kurdistan a Îranê, daxuyaniyek belav kir.

Li gor raopora ajansa nûçegihaniya Kurdpa û malpera Kurdistanmedia ya taybet bi wê Partiyê, beriya niha bi demjimêrekê Mekteba siyasî ya PDKÎ daxuyaniyek nivîskî li ser bûyera şer û pevçûnên Qendîlê belav kir.

De beşek di vê daxuyaniyê de, partiya karkerên Kurdistan (PKK), wek pêşengê wî şerî hatiye destnîşan kirin û wê partiyê ji PKK xwestiye ku here nav axa xwe û li Bakûrê Kurdistanê çalakiyan bike.

Mekteb (defter)a siyasî a Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê tekez jî kiriye ku hêzên pêşmerge yên ser bi wê partiyê, ji derketina şer û pevçûnan xwe parastin e, lê ew gerîlayên PKK bûne ku bûne sedema şer û pevçûnan.

Di beşek din di wê daxuyaniyê de ku gelê Kurdistan, partiyên siyasî û civakên navdewletî muxateb girtiye de, hatiye:“Em ji we dixwazin tevî şermizarkirina wê helwesta PKK`ê, di ser helwesta dij bi kurdbûna PKK, berdewam bin”.

PDKÎ di dawîyê de destnişan kiriye ku em dê tevî gefên PKK li ser biryarên xwe pabend bin û helwesta xwe naguherin.

Her girêdayî wê mijarê, Partiya Komeleya Rojhilatê Kurdistanê jî PDKÎ dest kiriye û helwesta PKK protesto kiriye.
Wê partiyê tevî şermizarkirina pevçûnên PKK li gel PDKÎ ragihadiye: Parasrtina Rojhilatê Kurdistanê, mafên partiyê wê beşa Kurdistanê ye.

Hêjayî gotinê ye, berpirsên din yên siyasî jî, nemaze li Rojhilatê Kurdistanê di hevpeyvîn li gel medyayên ragihandin û bihîstinê, piştevajniya xwe bi PDKÎ re nîşan dan.

Ew 3 roj bûn ku hejmarek ji Pêşmergeyên PDKÎ bi mebesta encamdana çend çalakiyên leşkerî û siyasî çûbûn navçeya Kêleşîn a li ser txûbê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, lê gerîlayên PKK ew dorpêç kiribûn.

Herwiha li hin raportan de hatiye ragihandin ku di vê şer û pevçûnê de, du pêşmergeyên PDKÎ jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha li hin raportan de hatiye ragihandin ku di vê şer û pevçûnê de, pêşmergeyekî PDKÎ jiyana xwe ji dest daye,yekî jî birîndarbûye.