Payîza Kirmaşanê ji çavên kamêrayan ve

21:18 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: pêşangeheke wêneyî ji berhemên 15 hunermendên Kurd li Kirmaşanê hate vekirin.

Li gora nûçeya nûegihanên navxwe 15 hunermendên wênegir bi komkirina wêneyên payîza Kirmaşanê, pêşangehek ji ciwaniya vê demsalê bi rê ve birin.

Di vê hewla hunerî de, 24 wêne ji payîza bajarê Kirmaşanê hate nîşan dayîn.

Pêşangeh roja borî li hola kolêja ferheng û hunera zanistî-karbordî a Kirmaşanê hate vekirin û heya dawiya vê hefteyê berdewam dibe.

Li gora gotina berpirsê Civata Sinemaya Cewan a Kirmaşanê berhemên nîşandanê, bi %40 daşikandin bi kiryaran tê firotin û pereyê wê jî bo karê xêrxwaziyê ye.

Kameran rezayî bi nûçegihaniya Mêhr ragehandiye ku Soma Haşimî û Meryem Şehbazî û Behar Etabekî û Husên Riyahî, û Emîr Rîzwendî û ..hwd berhemên xwe div ê pêşangehê de nîşan didin.

\"29166.jpg\"

\"29167.jpg\"

\"29168.jpg\"