Paygahek leşkirî ya rejîmê li bajarê Rebetê de hat şevitandin

14:03 - 24 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Paygahek kewn ya Sipaha Pastaran li bajarê Rebet a girêdayî parêzgeha Urmiyê ji aliyê kesên nenaskirî ve hat şevitandin.Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bervara 30’ê Gelawêjê, kewne paygahek leşkirî ya Sipaha Pastaran naskirî bi “Tebatebayî” li derdora bajarê Rebetê de ji aliyê kes yan kesên nenas ve hat şevitandin.

Çavkaniyek haydar li vê derheqê de bi ajansa Kurdpa re ragihand: agirgirtina wê paygahê tu zirarên canî li pey re nebûye, lê daristan û çêrîngehên derdora paygehê xisarek zêde ber ketiye.

Li gor van zaniyariyên ku belav bûne, hêzên agir temirandinê xwe gihandine wê paygahê û karîne agir kuntirol bikin.

Li dema temirandina agir da hejmarek ji hêzên Sipaha Pastaran li wir amade bûne.

Yek ji rûniştiyên bajarê Rebetê li pêwendiyek telefonî de ji ajansa Kurdpa re da zanîn ku, li çend mehên derbasbûyî de hatin û çûyîna hêzên Sipaha pastaran bo derdora bajarê Serdeşt û Rebetê zêde û berçav bûye.

Tê gotin ku hêzên Sipaha Pastaran ser ji nû ve mijûlê nojenkirina wê paygehê ne.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, aliyên têkildar yên Rebet û parêzgeha Urmiyê tu daxuyanî yan reaksiyonek ji xwe lid or agir nîşan nedane.

Li midehê çend mehên derbasbûyî de, pêşmergeyên Hizba Demokrat li deverên sînorî ên Şino û Pîranşehrê de cihgîr bûne û rêberên wê partiyê jî bas ji destpêkirina xebata çekdarî dikin.