Pawe: Xwendekar betal in

14:50 - 31 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bajarê Pawe li Rojhilatê Kurdistanê, di qiyas li gel bajarên din ên welatê Îranê, bilindtirîn pileya bêkariya xwendekarên Zanîngehê bi xwe digre.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Bajarê Pawe bi 50 hezar nifûs, nêzî 2 hezar bêkar di qunaxên xwendinê ên(karnasî û master (foq lîsan) de heye) ku ev bi xwe krîzek bo wî bajarî tê hesibandin.

Hêjayî gotinê ye, bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşan ku pileya here nizm a betaliyê li Îranê bi xwe digre, bi cih bûye.

Li ser pirsgirêkên bêkariyê li Paweya Kirmaşanê, peyamnêrê Kurdpa ragihand: Bêkariya bêrêje bûye sedem da bajarê Pawe di pileya dehimîn bajarên betal ên Îranê de bi cih bibe.

Hejmarek çavkaniyên din, îhtimala nirxa bêkarî li paweyê nêzî sedî 40 texmîn dikin. Sala borî Ciwanro li Kirmaşanê di duyemîn pileya bêkariyê de cî girtibû.

Navenda amara Îranê jî sala borî, hejmara bêkarên wî welatî 2 û niv milyon ragihandibû ku zêdeyî sedî 30 ji wan xwendekarên zanîngehê bûn.

Karnasên xwecihî li Paweyê destnîşan kirine ku piraniya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, bi neçarî berê xwe didin karên nestandard; Ew gelek caran kolberî û kasibkariya sînoran an jî çerçîtiyê dikin, yan jî bi mebesta karkeriyê ber bi Herêma Kurdistanê ve diçin.

Roja 28 gulanê cîgirê Civakî ê Wezareta Navxweyî a Îranê ragihandibû: 11 bajarên Îranê li parêzgehên Kirmaşan, Loristan, Sîstan û Belûçistan, xwedî bêkariya herî zêde ne; ango zêdeyî sedî 40 ji betaliya wî welatî bi xwe digrin.