Pawe: Berû dibin qurbaniyên barajê

16:30 - 4 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Birêveberên bendava “Dariyan” bi hinceta lêdana cadeyê, beşek berçav ji darên berû li 5 kîlometreya bajarê Paweya Rojhilatê Kurdistanê, girtine berxwe û bi lêdana rê û banan wan tune dikin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çalakvanên jngehparêzî li Pawe, nerazîbûna xwe ji tunekirina darên berûyan nîşan dan û ew bi planek pêştir hatî dariştin dan xuyandin.

\"26851.jpg\"
Wêrankirina daristanên berûyan li Pawe
Çalakvanên alîgirên xweza û ekolojî tevî dilgiraniya xwe ji tunekirina wan daristanan û ji holê rakirina giha û ajalên deverên Kurdistanê, ragihandin: “ Me hewila xwe daye em pêşî ji lêdana cadeyê bigrin û me narazî bûna xwe nîşan daye. Em niha benda bersiva karbidestên hikûmî yên tkildarî wê mijarê ne.”

Baraja “Dariyan” li 6 km “Kanîbil” bi cih bûye û dirêjahiya wê 10 kîlometre ye. Karbidestên hikûmetê yên li ser baraja Dariyan kar dikin, dixwazin bo dabînkirina ava wê bendavê ji Kanibilê mifah werbigrin.

Di egera qutkirina ava Kanîbil ji aliyê hikûmetê ve, ev çavkaniya xwezayî dê bi xetereke micid re rû bi rû bimîne.

Pêştir girûpa rizgarkirina “Kanîbil” bi serpereştiya Dr. Muxtar Haşimî di raportekî de îlan kirbû: “Sazkirin û avakirina bendava” Dariyan” dê zirareke mezin bi dîrok, kultur û çanda devera Oramanata ku xwedî tarîxeke hezar sale ye, bigehîne.

Wêne: Selam Pawe