Partiya Demokrat a Kurdistana - Bakur: Nameya Öcalan Di Warê Mafên Netewî de Pûç û Vala Ye

13:21 - 1 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur nameya Ebdulla Ocelan dinirxîne û jibo raya giştî daxuyaniyekê bilav kir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê vê peyamê û pêvajoya ku bi navê “Îmralî” tête  binavkirin, di du xalên taybet de dinirxîne:

1. Sekinandina şerî û bêdengkirina çekan. Herweha ji bo çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê, rêya diyalog û aşitiyê di vê pêvajoyê de xala herî rast e. 

Ev şerê ku ev 30 sal in berdewam dike li ser navê bidestxitana mafê gelê kurd, ji feydeyê pirtir zerarê bi xwe re aniye. 

Ji destpêka vî şerî ve, nêzî pênc hezaran gundên kurdan hatine xirabkirin û şewitandin. Zêdeyê çar milyonan kurd  ji cihê xwe barkirine, koçeber bûne û ji Kurdistanê derketine. Mixabin bi deh hezaran gundiyên kurd  çekên dewletê rakirine. Dezgehên tarî wek Ergenekon û JITEMê derketine holê. 

17 hezar kes bê seroşîn hatine kuştin û winda bûne, heta niha jî akibeta wan nayê zanîn. Civata kurd tevlîhev bûye, tehrîbatên mezin di nava civatê de peyda bûne. Bi hezaran law û keçên kurd bi hestên serxwebûna Kurdistanê derketin serê çîyan. 

Daxwaziyên PKKê û derdora wê ji “serxwebûna Kurdistanê” daketine “azadiya Öcalan”.Vî şerî di nav kurdan de jî Baronên şerî peyda kirine. Gelek kesan li ser xwîna law û keçên kurdan  jiyaneke nû ji bo xwe peyda kirine.  Wan kes û derdoran, ranta vî şerî xwarine û dixwin. Siyasetê, li ser xwîna zarokên kurd kirin. Wan, bi xwe tu bedel nedane, lê ev şerê qirêj kirine serkaniyek ji bo xweşkirina jiyana xwe û malbatên xwe.

Ji bo vê yekê, PDK-Bakur sekinadina şerî baş û gaveke pîroz dibîne. Dema şerî bisekine, civat ber bi aliyek sivîl ve diçe. Hişê xelkê tê serê wan û dê bêhtir bizanibin ka daxwazên wan çi ne. Siyaseta ku di bin sîha tifengê de tê kirin, radiwestê û siyaseteke hêjî aqilane derdikeve holê. Hêza PKKê wek bombeyekê ji dest dewletên herêmê derdikeve, ew dê nikaribin êdî kurdan bi PKKê tehdît bikin.

Bi kurtahî, reş û spî derdikeve holê, her kes dê bêhtir îrada xwe ya azad bikar bîne. Bi kêmasî tercîha dewletê û PKKê ji holê radibe.

Ji bo van mijar û gelek babetên din, PDK-Bakur pişgiriya sekinandina şerî dike. Ji bo bidestxistina mafên rewa yên miletê kurd rêya diyalogê û metodên aştiyane rêya tekoşîna Partiya me ye.

2-  Xala duyem, naveroka Peyama Abdulah Öcalan e. Öcalan, di peyama xwe de, ji bilî sekinandina şerî, ji aliyê siyasî ve, tiştek ji bo kurdan nexwestiye û negotiye. Ya herî xirab, şerê dewletbûna kurdan dike û teminata bidestnexistina mafên kurdan yên netewî dide dewletê.

Öcalan berê jî, doza lêborînê ji malbatên esker û polîsên ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane, kiribû. Gelo ji bo malbatên bi hezaran şehîdên kurd û Kurdistanê Öcalan û PKK çi dibêjin? Ma encam û nirxê xwîna van şehîdan ev peyama teslîmiyetê ye?

Tevgêra azadîxwaz a Kurdistanê ne bi PKKê û ne jî bi Öcalan dest pê kiriye û ne bi PKKê û ne jî bi Öcalan dawî lê tê.

Li Bakurê Kurdistanê, kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û demokratîk di kar û xebata xwe de berdewam in.

Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur, xwediyê wê bawerî û zanînê ye heta ku kurd bi xwe, ji bo çarenûsa xwe di rewşeke azad û demokratîk de biryarê nedin, kurd li Bakur azad nabin.

Komîteya Rêvebir

PDK-Bakur
(pdkbakur.org)