Parsekî, laşfiroşî û bîrfiroşî...

16:47 - 17 Tebax 2012
Unknown Author
Zeynel Abidîn

Parsekî û laşfiroşî, qasî bîrfiroşî guneheke mezin nîn e...

Ey xwîşka delal, birayê ezîz, ey rewşenbîr, nivîskar û hûnermendên min yên bê hempa, hûn dikarin her gunehê bikin, lê parsekî bo we qedexe ye. Nekin. Çi devlet, hêz û rêxistin divê zikê we têr nekin.

Eger birçî jî dimînin, ne xem e, bes jibo neviyên me şerefeke mezin dimîne. Hemin parsekî ne şerm e, mirovên mexdûr û bêçare mecbûr wê pars bikin û di vê sîstemê de ew jî wek pîşeyekê ye. Heta xwefiroşiya jinan jî wisa ye, ew jî ne şerm e, jibo jiyanê dihête kirin. Di dewsa wan de em jî dikarîbûn bibin. Û di ser de jî, jinek wek Taresa Batîsta di nav wê \"pîşeya\" xwe ya elezer de mîna feylesofeke cesûr û canfîda tev bigere û li dij tucarên namûsê berxwedaneke wisa mezin bide û paşê mêrekî dilsoz hez bike û bi wî re dest bi reveke li deryayan bike... Ya ji me kî naxweza di cîhê wê vê de be... Şeref û heysiyeta vê cîhana bê armayî ew in... Jiber vê yekê di vê roja pîroz ya jinên cîhanê de bang dikim, ey rewşenbîrên Kurd bîr û baweriya xwe veneşêre, bi revaçbûn û malê dunyayê ve ramana xwe nefroşe. Rastiyan wisa biqêre ku hêzên herî bê perva jî ji te bitirsin... Ha eger tu bitirsî yan jî bi hinceteke din bikevî hembêza dagirkeran yan jî hêzan, qet jibîr neke ku ew bêxîretiya tu wek mîras dihêlî, serê heft qirne neviyên te jî wê stûxwar bihêle. Ka dîroka mirovayetiyê de qehpetiyeke wisa hatiye dîtin...
Naxêr, dîrok ji vê mezintir qehpetî nenivîsiye... Bila Xwedê vê ji min re nesîb neke, ma bike jî kêfa wî ye... Jiber ku ez bê ax hatim û bê war jî biçim. Lê hêza hîç xwedyan têra standina evîna ser dilê min nekir û nake jî.
Jiber ku di ser dilê min de evîneke bêdawî dijî û navê wê jî ev e: \"Kurdistana Serbixwe û Cîhana milet û çînên wekhev...\"