Parlamentoya Herêma Kurdistanê PKK û PDKÎ hişyar kirin

20:42 - 24 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya şer û aloziyên navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrata Kurdista Îranê (PDKÎ) de, Parlamentoya Herêma Kurdistanê du alî hişar kirin û ji wan xwest bi awayekî lezgîn şer bidin ravesrtandin.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di vê daxuyaniyê de tevî hişyarkirina du partiyên Kurdî PKK û PDKÎ ragihandiye:“Em bi tundî herdu aliyan ji bikaranîna çekan di çareserkirina aloziyên siyasî de hişyar dikin. Dema zarokên netewekî dest davjêjin çek li dijî hev, tawaneke netewî diqewime. Ev duberetiya ku çêbûye, vekirina rûpelên tarî yên dîroka Kurdistanê ne û gelê Kurdistanê dubarekirina wan qebûl nake.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirn ku parlamentoyê di civîna ku li ser vê pirsê pêkanîbû; bi tundî ew helwest şermizar kiriye.

Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê jî, ji rayedarên du aliyên siyasî PKK û PDKÎ xwestiye, herin parlamentoya Başêrê Kurdstanê û bi awayekî lezgîn şer bidin ravestandin.

Ew 3 roj bûn ku hejmarek ji Pêşmergeyên PDKÎ bi mebesta encamdana çend çalakiyên leşkerî û siyasî çûbûn navçeya Kêleşîn(kelaşîn) a li ser txûbê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, lê gerîlayên PKK ew dorpêç kiribûn û di encamê de şer û pevçûn di navbera wan de derket holê.