Parlamenterên Ewropayî: Rewşa mafên mirovan li Îranê kavile

21:22 - 2 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Zêdeyî 220 nûnerên yeketiya Ewropa bi derxistina daxuyaniyekî, rewşa mafên mirovan li Îranê xirab nirxand in. Wan nûrean herwiha rola kambax a Îranê li Rojhilata Navîn, bi xertereke mezin destnîşan kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, zêdeyî 220 nûnerên Parlamenterên Ewropa, rewşa mafên mirovan li Îarnê xirab nirxand in û ji wî welatî xwestin ku bi awayekî lezgîn, yasayên parastina mafên miarovan di heqê hemwelatiyan de berçav bigrin.

Wan nûnerên Parlamentoya Ewropa, ji Îranê xwestin, hukmê darvekirinê bide sekinandin, zindaniyên siyasî azad bike û rêz û hurmetê bo hemwelatiyan bigre.

Parlamenterên Ewropî ku daxuyaniya xwe roja duşemî 1`ê hezîranê weşandibûn, tevî muxateb girtina nûnerên payebilind ên Yeketiya Ewropa, amaje bi vê yekê jî kiribûn: Îran bilindtirîn nirxa îdamkirinan li cîhanê bi xwe digre û duseya mafên mirovan li wî welatî cîhê dilgiraniyê ye.

Li aliyê din, gurûpek nûnerên Yeketiya Ewropa gor raportên saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbareya bûyerên narewa yên şer û pevçûnên ku li Îraqê diqewimin, Îranê berpirsyar dibîn in.

Nûnerên Ewropa, welatê Îranê wek afrînerê beşek berçav ji kirîza Rojhilata Navîn dihesibînin û bilêv dikin ku Îran tu car bi hizra çareserkirina kêşe û pirsgirêkan de nebûye û nîne.

Ew daxuyanî herwisa Îranê bi mudaxilekirin û destêverdan li Sûriye û Yemen (destek-kirina Beşar Esed û Husiyan) jî tawanbar dike.

Rojnameya “Elheyat” a Erebistana Siûdî jî beriya niha bi çend rojan, di gotarekî de nivîsîbû: “Îran bi şerkirina hember DAÎŞ`ê , dixweza bi Amerîka bide selimandin ku ez qaşoyî Terorîstan bi hemû hêza xwe sekinîm e.”

Hêjayî gotinê ye, hejmarek şiwêrmendên Kongirêsa Amerîkayê jî, derbareya bernameya Nevokî ya Îranê û girûpa 5 zêde 1 de, ew girûp li ser lihevkirina muhtemel ligel Îranê hişyar kiribûn.

Wan şiwêrmendan ragihandibûn: Lihevkirina muhtemel ya Etomî ligel Îranê, dê nifûza wî welatî li Rojhilata Navîn berfereh bike ku ew bi xwe tahlûkeyeke mezin e.