Parka daristanî a Sine agir pêkevt+Wêne

14:46 - 4 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Seyrangeheke bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê, tûşî şewatê bû û xisareke mezin a parastina xweza û ekolojî bi pey xwe hişt.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi sedemên ku hîna nehatine zelalkirin, 2 hektar ji zeviyên parka daristanî a Tûs Nozer li Sine di nava guriya agir da man.

Di wê şewatê de ku duh 2`ê hezîrana 2015`an qewimî, bi 3 saetan dom kir û beşeke mezin ji darên wê parkê şewitîn û ji holê rabûn.

Nûçegihaniya “Îrna” jî li ser vê mijarê ragihandibû:“Di kontirolkirina agirê parka daristanî a Sine de, karkerên şaredarî û hêzên vemirandina agir beşdarî kiribûn û pêşî ji şewatê girtibûn.”

\"26847.jpg\"
Agir pêkevtina parka daristanî a Tûs Nozer li Sine
Ew cara 2`emîn e ku parka daristanî a Tûs Nozer li Sine tûşî şewatê dibe.

Li aliyê din, çiayê Avîder û girê Welî jî, di heman rojê de bi bûyera şewatê re rû bi rû bibûn ku ji aliyê hezkiriyên xweza û jîngehparêzan ve hatibû vemirandin.

Ji zirarên ku gihîştî wê park û seyrangehê, hîna zaniyariyek bi dest nekevtiye.

Panahiya tevahiya parêzgeha Sine (Kurdistan) 2 milyon û 913 hezar hektare ku ji wê panahiyê 1 milyon û 773 hezar hektar daristan û çol û çiya ne.

Sine û Îlam li nava parêzgehên Îranê (di warê şewatên bi qest de) zortirîn bûyerên agirpêkevtinên bi xwe digrin.

\"26841.jpg\"

\"26840.jpg\"

\"26843.jpg\"

\"26844.jpg\"