Parêzgeha nû, yan jî guhirîna dêmografiya Kurdistanê

19:18 - 20 Kanûna Paşîn 2014
Unknown Author
Dara Natiq

Bi dirêjatiya dîroka deshilatdariyê di Îranê de, rejîmên zal û hakim bi ser welatê Îranê de, bi metodên curbicur, serbarê siyaseta asîmîlekirina çand û kultur û şûnasa neteweyî, bi berdewamî û bi pîlanên curbicur, hewla guhirîna dêmogirafiya herêmên Kurdistanê dane, û yek ji wan jî parêzgeha Urmi ye. Raguhastina bi sedan Kurdên vê herêmê bo Xurasan û derdora wê, li serdemê şerê navbera împeratoriya Sefewî û Osmanî, û herwisa anîna zêdetir ji 15000 malbatên Tirk bo vê parêzgehê, û guhirîna navê parêzgeha Urmî bi Azerbaycana Rojava, û heya guherîna navê beşek ji gund û deverên Kurdî, bo ser zimanê Tirkî û ... hd, beşek in ji hewl û sitratejiyên deshilatdarên zal bi ser Îranê de.

Eva çend sal in ku Komara Islamî di nawa hewldanan de ye ku vê parêzgehê bi ser çend parçan de parve bike, û her carê bi hêcetên curbicur, û vê carê jî, ji zimanê Osman Ehmedî nûnerê bajarê Mehabadê, di Meclîsa Şoraya Islamî ya vî welatî de, pêşniyara anîn pêya parêzgehik nû bi navê Kurdistana bakûr xiste ber bas.

Bê guman perçe kirina parêzgeha Urmiyê ji aliyê pîlandarêjên vê bîrokeyê ve komeke armancên siyasî li piştê ye ku cihê jê fikirînêye .

Armanca serekî ya rejîmê ji vê prosa guhirîn dêmografiya vê herêmê ji aliyekê, û ji aliyeke din ve pêkanîna nakokiyan e di navbera pêkhateyên vê herêm de. Bi taybetî di navbera Kurd û Azeriyan de, ku bi salane bi biratî bi hevdu re dijîn. Serbarê vê ku Kurd piraniya pêkhateya vê parêzgehê pêk tînin, lê derfeta beşdarîkirina di dem û dezgehên birêveberiya vê herêmê de, bi wan nehatiye dan.

Gelê Kurd û Azerî, tevî vê ku ji her cure mafeke siyasî heta di çarçoveya yasayên Komara Îslamî de jî, hatine bêparkirin, lê rejîmê hertim hewil daye ku bi vêdedana Kurdan, û beşdarkirina zêdetir ya Azeriyan li birêvebirina vê herêmê di çarçoveya yasayên rejîmê de, û herwisa hewandina taqm û girûp û kesên bîrteng û radîkal, toyê nakokî û dubendiyê di nawbera pêkhateyên vê herêmê de biçîne, û bi vî awayî wan ji xwestekên siyasî û mafên wan dûr bixe. Parêzgeha Urmiyê ku xwediyê çavkaniyên dewlemend ên binerdî, û pira pêwendiyên aborî û siyasî di navbera Asiya û Rojava de ye, û netew û olên curbicur têde dijîn, serbarê siyasetên asîmîlasiyon û tevdanîkariyan ji aliyê rejîmên zal bi ser welat de, şiya ye ku bibe xwediyê civakeke çend kulturî, û toleransa civakî. Ji hemiyê giringtir serhildana tevgera rizgarîxwaziya Kurd di vê herêmê de, bi hestkirina bi berpirsatiyê ve, kariye kultura
 aştî û pêkvejiyanê, û hevsengiya civakî bike rêrewa tewahiya pêkhateyên vê herêmê, da ku ew pêkhateyên herêmê, her cure hewildaneke rejîmê bo têkdana vê tebahiyê bikne bilqa ser avê.

Her li gorî yasaya bingehîn ya rejîmê, gelên jêrdest ên Îranê, û yek ji wan gelê Kurd ji her cure mafeke kulturî û siyasî, hatine bêparkirin. Hekî armanc ji avakirina parêzgeheke nû bi nawendîtiya Mehabadê nehêlana cudahiyên neteweyî, aborî û olî be, gelo ew herêmên Kurdakincî ku dikevne derveyî vê parêzgehê, wê qedera wan çi bi ser de bê. Bo mînak parêzgeha Kurdistanê (Sine) ku kêşeya nav tuneye, û tewahiya pêkhateya wê Kurd in, û di refa parêzgehên herî paremayî de ye, mixabin ji mafên herî destpêkî û kulturî ên xwe bê par in, û heya posta parêzgariyê jî bo Kurdan di vê parêzgehê de, bi rewa nezanîne, û bi gotina wan kesekî hêja û kurd têde tunebûye, lewra wan kesekî xeyrî Kurd danîne. Nûnerê Mehabadê û Kurdên alîgirê vê bîrokeyê, hewce ye ku bizanin awirê emniyetî a rejîmê li hemberî Kurdistanê, awirik neguhire, û yasaya bingehîn ya vê rejîmê jî, tu derfeteke birêve
 berî û pişkdarî kirinê di biryarên vê herêmê de, ji xelkê kurdistanê re rewa nizanin.

Di rewşik wisa de hewce ye ku hemû pêkhateyên vê herêmê û bi taybetî kurd û nûnerên wan, di cihê anîne berbasa pirsên ku încama vê dibe sedema zûka sergirtina pîlanên rejîmê, û tu xizmetekê bi doza rewa ya Kurd nake, û di heman demê de xisara sereke Kurdên vê parêzgehê dibînin, dibe hewlê bidin ku bi Îradeyeke giştgîr û yekgirtî kar bo nehêlana her cure ferq û cudahiyekê, û guherîna pêkhateya rejîmê û yasayên vê rejîmê bikin, û derfeta hewce bo beşdarîkirina hemû pêkhateyên welat di biryar û birêvebirina welat de pêk bînin, û pêdagiriyê li ser maf û xwestên xwe bikin.

Her wisa bi parastin û bihêzkirina aştiyê û pêkvejiyana di nawbera gişt pêkhateyên parêzgeha Urmiyê, pîlanên rejîmê bikne xevna ehrîmenî ya rejîmê.