Parêzeran daxwaza guhertina navê Serdeştê bi bajarê aşîtiyê kirin

16:17 - 27 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi dehan wekîl û parêzeran di nameyekî de bi muxateb girtina Hesen Rûhanî serkomarê Îranê, daxwaza guhertina navê Serdeştê bi bajarê sulh û aştiyê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 105 parêzerên bi nivîsîna nameyekî tevî daxwazkirina ji Hesen Rûhanî bo guhertina navê Serdeştê bi bjarê aşîtiyê ragihandin: Erkê ser milê dewletê ye ku piştevaniyê ji qurbaniyên kîmyawî bike.

Di beşek di wê nameyê de hatiye: Rexma derbasbûna 5 salan ji erê kirina yasaya neçarkirina dewletê li ser naskirina qurbaniyên kîmyawî, hîna tu hewldanek li wî warî de nehatiye encam dan. Bi dehan qurbanî li bajarên Serdeşt, Bane, Merîwan, Nûdşe, Pawe, Kirmaşan, Nûsûd, Zerde û Gîlanarojava, bi sedema kîmyasala şerê 8 sale yê Îran û Îraqê (yê beriya niha bi 28 sala), kêmendambûne, lê ne tenê hikûmet tu pirsgirêkek bi wan re çareser nekiriye, belkî ew bi xwe tedawiya xwe dibîn in.

Di beşek din dê wê nameyê de hatiye ku piştî bi dawî hatina şer, pêwîst dikir hikûmet pêdagiriya mafên qurbaniyên kîmyawî di civakên navdewletî de bikira, lê welatê Îranê ne tenê ew yek nekiriye, belkî aliyê qezayî ê bûyerê jî bi awayekî giştî berçav negirtiye. Di demekê de ku wezareta karûbarên derve ya Îranê diviya wek erka ser milê wê aliyê qezayî û hiqûqî yê kêmendamên kîmyawî bişopanda.

Serdeşt beriya niha bi 28 salan, ji hêla Sedam Husên ve bi sedema şerê navbera Îran û Îraqê, hat kîmyabaran kirin. Di wê karesatê de 140 kesan (di kêmtir ji mehekê de) jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî kêm endam bûn.

Naveroka kamîln a wê nameyê di beşên din yên ajansa Kurdpa de bibîn in.