Parewergirtina bi zorî ji dersxwanan nerizayetiya malbatên wan lêkevtiye

18:04 - 30 Çirriya paşîn 2020

Bi sedema parewergirtina bi zorî ji dersxwanan û dabînekirina kelûpelên hewce bo derxwanan, nerizayetiya malbatên gundê “Banewrê” yê ser bi bajarê Paweyê lin pey xwe ve aniye.

“Banewrê Pirês” ji devê malbatên dersxwanan ve belav kiriye, li destpêka demsala vebûna dibistanan, dibistana wî gundê, li malbata her dersxwanekê qasî 400 hezar tumen bo dabînkirina kelûpelên wekî pênûs û lênûsê wergirtine, da ku kelûpelan bo wan dabîn bikin.

Herwisa wê kanalê nivîsiye: “Tevî wergirtina ew qas pere, heya niha ew kelûpel dabîn nekirine û radestê dersxwanan nehatiye kirin.  

Heya niha lipeykevtina malbatên dersxwanan bo rohnbûna pareyên xwe, ti yek ji berpirsên perwerde û hînkarî û heta mamostayan, bersivder nînin û eva jî bû bi sedema nerizayetiya malbatên dersxwanan.

Li gor madeya 30 a yasaya bingehîn ya Îranê, heya dawîpêanîna qonaxa piştînavendî û heya çûn bo zanîngehê jî, hikûmet ji dabînkirina hemû hewcehiyên dibistan û dersxwanan berpirsyar e.