Paradoxa Komara îslamî û hilbijartinan

17:06 - 3 Hezîran 2013
Unknown Author
Metîn Rojhilat

33 sal berê niha Komara Îslamiya Îranî bi rapirsiya Erê an Na gihîşte desthiltê, bi giştî li gor rapirsiyê nêzî %98 ê Îraniyan dengê Erê dane Komara Îslamî yê, lê di rastî de gelê Îranê ya wê demê ne dizanîn û ne jî agahdar bûn ku Komara Îslamî çiye û  di dema  pêşde çava  sîstema desthilatdariyê  dabimezirîne û bimeşîne û her wuha wê di der heqa pêhateyên civakî ( netewe, jin , Ayîn,..) û  siyaseta  navxwe û derekiya komara nû, wê çava bê dariştin.

33 sal berê niha di serdema şoreş û raperîn gelên Îranê, gelê Îranê dizanî çi naxwaze, wan digo em paşatî, dîktatoriyê naxwazin lê ne dizanîn ku deng dan bi komara îslamî û sipartina hukmrniyê bi destê melayan her berdewamiya paşatî (sultanî) , dîktatorî ye ku xemla dînî ser zêde bûye.

Renge niha hûn bêjin ku komara Îslamî bi dengê gelê Îranê hatiye hilbijartin û rewatiya xwe ji dengê gelê Îranê digire, lê em ji bîr nekin di sîstemên dîktatorî yan de her tim hilbijratinji bo veşartina hindek rastiyan e. car car em dema berê xwe didin siyaseta navxweyî ya welatekê, em dibêjin ji ber ku hilbijratinen berdewa di wan welatan de tê wate yaw ê yekê ku ew sîstema desthilatdarî yê demokrate, lê ne wusaye, ji ber ku:

 A : di sîstemên dîktatorî de her tim hindek filter û safî hene (saziyên hikûmî) ku ev diyar dikin ka wê gel deng bide kê

B :di sîstemên dîktatorî de  qed rastiya dengê gelan weke  ku di sindoqan daye nahê xwandin, sîstem, nûnerê xwe ser dengê gelan ferz dike 

C : sîstemên dîktatorî bi hilbijartina nahên guhartin ji ber ku qed di sîstemên dîktatorî de derfeta hilbijartina azad pêk nahê

D: hilbijartin di sîstemên dîktatorî de her tim xapandina gelan û di berjewendiya desthilatê de tê darxistin. Mafên serke yên jiyana mirovahiyê yên weke (azadiya bîr û raman mafên pêkhatiyên civakî û pirsgirêkên aborî) di bi nave hilbijatinan de tên bin pê kirin.

E; bi kurtasî  piroseya hilbijartinê di sîstemên dîktatorî de tê wate dirêje dan bi temenê dîktatorî yê .

 Çend rojên din wê hilbijartinên serokkomariyê di Îranî de bi rêve biçe saziya filtering ango (şorayî nîgehban) Haşimî Refsencanî ( serokkomarê berê û serokê saziya mesleheta nizamê yê niha) û hijmarek din ku dengê muzalifet û ne razî bûnê hildabûn, nave wan ji bo namzediya serokkomariyê red û reş kirin, hindek kesên ser bi sîstemên di aliyê şûrayî nîgehban ji bo namzediya serokkomariya Îranê hatin destnîşan kirin, yanî ey gelê Îranê, yê ku em, we didin nasandin û em wan di ecibînin hûn deng bidin wan( kesên ku berjewendiyên desthilatê diparêzin) ne kesêm ku dijberê desthilatê ne û yan dixwazin di desthilatê de guhartinan pêk bînin.

Peyva dawî:

11,mîn xola hilbijartian serokkomariyê li Îranê de di demekê de wê bê darxistin ku Komara îslamî di her demê zêdetir tûştî qeyrana siyasî navxweyî, derekî û aborî bûye û siyaseta ku niha niha ji bo xwe dabîn kiriye berxwedanî li hember wan guşar û fişarane ye , komara Îslamî pêwîst dizane kesê ku bête ser desthilatê bi gerek bi her awayî di gel hemû dam û dezgehên hikûmî yek deng û yek helwêst be, ta ku bikare hebûna rijîmê biparêze, hebûna dengekê ne razî di bazneya desthilatê de wê rotîna heyî têk bide û kesên wuha pêwîste bêne reşkirin.

Bê guman di rewşeke wuha de, dîsan hilbijartin di Îranê de, tenê şanoyeke, taku rijîma Îranê  gelê xwe bixapîne û tenê  temenê dîktatoriya xwe zêde bike.