Palevanê Leşciwaniya Kurdistanê koça dawiyê kir

16:08 - 26 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Beytula Ebaspûr, qaremanê leşciwaniya Îran û cîhanê bi sedema nesaxiyê li nexweşxaneya Atiye ya bajarê Tehranê koça dawiyê kir.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, êwariya roja sêşemî, 25’ê Tebaxa 2015’an, Beytula Ebaspûr pehlewanê leşciwaniyê piştî çend mehan berxwedanî lihember nesaxiyê li temenê 36 saliyê de koça dawiyê kir.

Ew werzişvanê kurd rastî nesaxiya “Waskolît”ê hatibû û her bi vê sedemê jî kempînek jib o piştewaniya malî ji Beytula Ebaspûr bi destpêşxeriya “Dinîs Ceymz” ê rahênerê navdare leşciwaniya cîhanê hatibû birêxistin.

\"28475.jpg\"
Beytula Ebaspûr, qaremanê leşciwaniya Îran û cîhanê
Beytula Ebaspûr xelkê bajarê Bîcarê û rûniştiyê Mahdeşta Kerecê bû û bi yekemîn werzişkarê Mêstir Olimpiyay leşciwaniyê li Îranê dihat hejmartin.

Beytula li 20 salên derbasbûyî de bi awayek pirofeşnal dest bi werzişa leşciwaniyê kir û tevî misogerkirina çendîn mîdalyayên zêr li Asyayê, navdengê navdartirîn rikeberê leşciwaniya cîhanê jêre hat bexşîn.
Ebaspûr xwedî bawerînameya karnasiya yasayê bû.