Nûnerên Ola Sune Li Meclîsê, Nameyek Nerazîbûnê Ji Bo Elî Xamineyî Şandin

13:05 - 19 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Nûnerên Sune ol yên Meclîsa Îranê nameyek nerazîbûn derheq pêkanîna cudahiyên olî û netewî bo rêberê Komara Îslamî ya Îranê şandin û daxwaza bihevre jiyanê dikin.

Li gor malpera Pêkê Îran li destplêka nameyê de hatiye: \"hûn bi berdewamî bas ji biratî û bihevre jiyanê dikin û yekbûn û yekpatçeyî bûye dirûşma ser zimanê we, lê eva di halekê de ye ku kiryarên we ne wek dirûşman in.\"
Li doma nameyê de hatiye mixabin heta niha jî madeyên 12,15 û 19 ya yasaya bingehîn nehatine cîbicîkirin. Û li derheq madeya 115 ku dibêje tu kesek sune ol nikare bibe serokkomar, dilnigeran in û eva bi xwe bi apartaydek mezin ya olî ye.

Nûnerên Meclîsê herwiha bas ji mizgevtan dikin û dibêjin: \"mixabin heta niha jî bajarên mezin yên Îranê ji hebûna mizgevtên sune ol bê par in û berpirsan di vê pêwendiyê de tu gavek erênî neavêtine.\"