Nûçe TV û MMC TV dest bi weşana xwe dikin

15:27 - 3 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa:Her du kanalên asîmanî yên Kurdî Nûçe TV û MMC TV piştî ji aliyê Hikûmeta Danmark ve hatibûn sekinandin, dê dîsa dest bi weşana xwe bikin.

\"9996.jpg\"
Hikûmeta Danmark ku biryara sekinandina her sê kanalên Kurdî (Roj TV, MMC TV û Nûçe TV) dabû, hat zanîn ku maf hatiye dayîn li 5\'ê Kanûnê 2012\'an dîsa dest bi weşana xwe bikin.

Hikûmeta Danmarkê 3ê kanalên han bi alîgirî ji partiyekî Kurdistanî tawanbar kiribûn û her seba vê yekê biryar dabû ku bo du mehan weşana wan du Tv yan bihê rawestandin.