Ajansa Kurdpa:hêzên ewlehîyên Komara Îslamîya Îranê li bajarê Pawe 2 wilatîyên Kurd ê xelkê wî bajarî destbiser kirin.
Li gor rapora Kurdpayê,berwarê 11ê Sermaweza 1391 a rojî, hêzên ewlehîyê yên Komara Î
slamîya Îranê 2 wilatîyên Kurd ê xelkê bajarê pawe bi navê Layiq Mistefayî temen 31 sal û Emer Mistefayî temen 21 sal girtin û tewî xwe birin.
Çavkanîyekî haydar got kû, hêzên ewlehîyê dest bi ser çendî belge û senedên erd û mal û her wiha kêysa Kampîyotêra wan jî tewî xwe birine.
Heta amade kirina nûçeya han çi zanîyarîyek li ser sedema destbiser kirin û cihê wan du kesan li berdest de nîye.
Di heyamê 40 rojên bihorî de 30 wilatîyên Kurd li herêmên Kurdistana Îranê hatine destbiser kirin.




