Nivîskarekî din ê Mahabadî koça dawî kir

20:15 - 10 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Ehmed Şerîfî nivîskar û rojnamevanê binavûdengê Kurd li Mahabada Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema nexweşiyekî çû ber dilovaniya Xwedê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berdestê sibeha îro 10`ê hezîranê, Ehmed Şerîfî, nivîskar û rojnamevanê Kurd ,di temenê 70 salî de, li nexweşxaneyeke bajarê Mahbadê koça dawî kir.

Ehmed Şerîfî, zêdeyî nîv çerxe (sede) yê bû ku çalakiyên çandî û nivîskî encam didan. Navborî serbarê kar û xebat di beşa Kurdî a radiyo Kirmaşan, Sine û deng û rengê Mahabadê de, zêdeyî sedan babetên nivîskî di warê rojnamevaniya Kurdî û dîroka Kurdistanê de tomar kirine. Wî çendîn pirtûk jî piştî oxirkirina xwe bi cî hişt in.

Beriya niha bi çend rojan, nivîskarekî din ê Mahabadî ( Ehmed Qazî), li nexweşxaneyeke Tehrana paytextê Îranê koça dawî kir.

Qazî ji nivîskarên binav û deng ê wêjeya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bû ku bo heyamê 17 salan sernivîskariya kovara“Sêrwe”bi stû girtibû.