nêzbûna greva birçîbûna gelemperî li kurdistanê karbidestên Îranê tirsandin

20:16 - 21 Kanûna pêşîn 2014
ajansa Kurdpa: Karbidestên hepsa Urmiyê, bi çêkirina rewşeke ewlekarî derdora zindana Urmiyê, bi soza veqetandina girtiyên din ji girtiyên siyasî, ji wan xwestin ku gireva birçîbûnê bidawî bînin.

Li gorî raporta ajansas nûçegihaniya Kurdpa, greva birçîbûna 32 roje ya girtiyên siyasî li zindana Urmiyê û tirsa greva birsîbûna sibehê ya seranser li Kurdistanê, karbidestên Îranê neçar kir ku soza cî bi cî kirina xwestekê wan bide

Serbarê sozên rast yan derev ên berpirsên hikûmeta Îranê, greva birçîbûna hepsa Urmiyeya Rojhelatê Kurdistanê, domdike û ew xwezyarê cî bi cî kirina hemû daxwazên xwe ne.

Hejmarek zor ji welatiyan û çalakvanên mafên mirovan, ser wê baweriyê ne ku karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê ji xof û tirsa greva birçîbûna giştî li Kurdistanê, ew neçar bi dayîna wan sozane kirine û eşkere nîne heya çi qasekî ew soz bên cî bi cî kirin.

Veqetandina zindaniyên bi cezayên giran ji girtiyên siyasî û guhertina şert û mercên zinsdanê, ji girîngtirîn xwestekên grtiyan li heyamê zêdeyî mehek beriya niha ne.

Weşandina wê nûçeyê di demekê de ye ku peyamnêrê Kurdpa li Urmiyê, heya dema belav bûne wê nûçeyê, ji şikandina greva birçîbûna hepsa bajarç navbirî tu raportek bo ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nehatiye ragihandin.

Kampaniya “Îro Urmiye dilê Kurdistanê ye” ku ji avakerên serke yên greva birçîbûna gelemperî ye , di daxuyaniyeke nivîskî de, nûçeya bi dawî anîna greva birsîbûnê li Urmiyê derev derxist û ew yek helwesteke dijberane bo xelitandin û dilsar kirin ji greva birsîbûna giştî li Kurdistanê derstnîşan kir.