Nexşeya "Dersa Bijarte a Kurdî" derkete hole

16:14 - 7 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Nexşeya \"Dersa Bijarte a Kurdî\", ku hat îdiakirin, ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê a Tirkiyê ve hatiye veşartin, derkete holê. Li gorî daneyan, li Tirkiyê bajarê ku herî zêde dersa Kurdî hilbijartiye Amed e.

Li Tirkiyê, Wezareta Perwerdehiyê îsal, di bin navê \"Zarava û Zimanên Ku Dijîn Yên Bijarte\" de, di pola 5. de dest bi perwerdehiya dersên bijarte kiribû. Daneyên di vê mijarê de, ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve, wek nepenî dihat veşartin. Rojnameya Hurriyetê, nexşeya dersa bijarte a Kurdî xistiye destên xwe.

Li gorî Nexşeya Dersa Dijarte a Kurdî, li Tirkiyê herî zêde li bajarên Kurdan, perwerdehiya bi Kurdî hatiye xwestin. Di nav 81 bajarên Tirkiyê de, zêdetir bajarê Amedê dersa Kurdî a bijarte hilbijartiye.
Li gorî daneyên ku ketine destan, li Tirkiyê 28 hezar û 587 xwendekaran, dersa bijarte tercîh kirine. Ligel Kurdî, ziman û zaravayên wek, Abhazkî, Çerkezî, Adixeze û hîn gellek zimanên din jî hene. Xendekarên ku zaravayên Kurdî, Kurmanzî û Zazakî tercîh kirine, li 28 bajaran hejmara wan 18 hezar û 847 e.

Li Amedê, hejmara xwendekarên pola 5., 35 hezar û 855 e. Ji van 4 hezar û 469 xwendekaran dersa bijarte a Kurdî hilbijartine. Dîsa ji van xwendekarên ku Kurdî hilbijartine, jê 4 hezar û 298 xwendekara Kurmancî, 171 xwendekara jî Zazakî tercîh kirine.

Li gorî hilbijartina dersa Kurdî, bajarên Kurdan wiha tên rêzkirin; Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî, Riha, Îdir û Dîlok. Li Stenbolê 272 xwendekara, li Îzmirê jî 6 xwendekara dersa bijarte a Kurdî xwestine ku bibînin. Li Enqerê û bi taybet jî li bajarên Anatolia Navîn qet Kurdî nehatiye tercîh kirin. Hêjayê gotinê ye; Ti gel tine ye ku, zimanê xwe yê dayikê, bi dersa bijarte fêr bibe. Tiştekî din, şert û mercên dersa bijarte gellekî gran bûn. Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê, bona ku bi ziman an zaravayekî dersa bijarte bide, şertê; li her polê herî kêm pêwiste ku 10 xwendekar tercîh bikin, danîbû. Xwendekarekî ku dersa bijarte hilbijartibe, heftê tenê 2 seeta kare dersa bijarte bibîne. Li gellek bajaran jî, ji ber ku hejmara 10 xwendekar nehatiye temamkirin, yên ku tercîh kirine jî, ji vî mafî bêpar mane. Jêder: AvestaKurd