Nexede jî ji şewatê bêpar nema

22:20 - 24 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bo cara duyemîn di wê mehê de, bilindahiya çiyayî û daristanên Nexedeya rojhilatê Kurdistanê, bi bûyera agir pêkevtinê re rû bu rû ma.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî 23`ê hezîranê, 30 hektar ji darsitanên çiyayî ên Sultan Yeqûb li nêz bajarê Nexedeyê, di nava guriya agir de bûn rejî.

Peyamnêrê kurdpa li Nexedeyê derbareya xisarên şewatê de ragihand: Wê şewatê xweza û ekolojiya Nexedeya rojhilatê Kurdistanê tûşî zirarek mezin kir û bi dehan hiktar ji daristan û surişta wê bi şewatê re rû bi rû hişt.

Agirê ku sedema gurbûna wê hîn nehatiye zelal kirin, ji aliyê şêniyên deverê, nemaze rûniştvanên gundê “Balexçî” ve, piştî 4 demjimêran hat vemirandin.

Pêwîste bê gotin, gorî çavkaniyên herêmî, hikûmeta Îranê û Sipaha Pasdaran ji ber ku bidin nîşandan ew agir ji hêla wan ve nehatiye pêkanîn, welatiyan bi hinceta ku şewat pêkanîne dixin binçavdêriya xwe. Du welatiyên Kurd dîsa bi wê hedefê li Nexedeyê hatin binçavkirin.

Beriya niha bi çend rojan, dîsa devera çiyî a Sultan Yeqûb li Nexedeyê agir pêketibû, lê di demeke nêz de ji aliyê hemwelatiyan ve hatibû vemirandin.

Roj nebe, daristanên rojhilatê Kurdistanê tûşî şewatê nebin û xwezaya wê ji holê nerabe, eva di demekê de ye ku hikûmet tu hewlekî bo vemirandina agir nagre ber xwe. Tevahiya agirê bi daristanên Kurdistanê dikeve, ji aliyê welatiyan ve tê kontirolkirin.