Newroz e, xuşexuşa dilê biharê ye!

12:18 - 20 Adar 2013
Unknown Author
Evdile Koçer

Newroz e...

Xuşexuşa dilê biharê ye. Çîveçîva strana azadiyê ye. Kulîlkên stûxwar ên adarê, xwe li bêhna sibehên welatê min digirin.

Newroz e…

Bêrîkirina azadiyê, wekî pêtên agirî ji rûyê zarokên delalokî dipeke û bi govendgerîna xwe ve li rûyê gund û bajarên min ên dagirkirî dikeve… Rêça şervanên bênav, bi çirûskên rojê re şîn dibin.

Newroz e…

Kela dilê min dibe kenogirî û xwe berdide ser hemû hêviyên siya Newrozê. Tilîliyeke porspî ji dilê min dipeke û bi tilîliyên din ên dilevîn re dibe banga azadiyê.

Newroz e…

Bi gotinên serxweş re, hêsirên dayikan aş dikim û direşînim ser hemû deşt û zozanên Kurdistanê.

Newroz e…

Lo lo şaîro, “ji min re qala baranê neke!”(1), ronahiya Newrozê bibarîne ser hinavên civaka min; tovê rojeke nû bireşîne ser xewnên dayikên xemgîn.

Newroz e…

Lo lo şehîdo, de vêca serê xwe rake, êdî wext e, bide xatirê vê roja nû û bide xatirê mezinahiya xwe, ji dilê xwe yê henûnok qanûneke nû çêke û hemû “Ne-yaran bixe yar û dost û bira!”(2)

Newroz e…

Daweta qewmê ji agir e. Prometheus banga vê dawetê kiribû: Serî li hemû ‘Xweda’yan hildabû, ji wan agir dizîbû û ji însanan re xistibû destmal! Kawayê Hesinkar agir berdabû textê hemû dîktatoran. Niha zarokên Qendîl û Helebçeyê pêta vî agirî gurtir dikin û xewnereşkên nû direşînin ser serê dîktatorên dilreş.

Newroz e…

Ezbenî, çavê te ronî, “Roja ku dibûye î´dê Newrûz… Bilcumle diçûn der ji malan hetta digihişte pîr û kalan…”(3), mizgînî li te helbestvanê nemir, “Wa roj helat le bendenî berzî welatewe, Xiwênî şehîd rengî şefeq şewiq her edatewe”(4), êdî xemê nexwe, gotinên te bûn ala û ketin ser siya gelek dengxweşan.

Newroz e…

Keçika ku dilê xwe bi çîçekên Newrozê xemilandiye, xortê ku hezkirinê di paşila xwe de germ dike, dê çaverêya hev bikin, dê agirê dilê xwe vêxin û dê serê xwe deynin ser bihara rojeka nû.

Newroz e…

Ez ê îro kaniya hemû ramûsanên dilê xwe bi awirên yara xwe der bikim û ji hinarikên wê re bixim rojeke nû û ez ê jê re bibêjim: Newroza te pîroz be!

***

(1) Vîctor Hugo
(2) Paul Eluard
(3) Ehmedê Xanî
(4) Pîremêrd