Neştergeriya zindaniyekî siyasî yê Kurd li Sine

14:53 - 26 Gulan 2015
Ajansa kurdpa:Zindaniyekî siyasî yê Kurd ku bi zindana Tebes a Îranê hatibû dûrxistin, li Nexweşxaneyeke bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hat emelyat kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ew zindaniyê siyasî yê Kurd ku ji beşa pişt û kemera leşê xwe li zinanên Îranê tûşî nexweşiyê bibû, roja yekşemiya borî (24`ê gulana 2015`an), li nexweşxaneyeke bajarê Sine neştergeriya bijîşî bi wî re hat encamdan.

Bi awayekî giştî bijîşkê neşterger, rewşa tenduristiya wî nexweşê siyasî yê Kurd normal destnîşan kiriye.

\"26700.jpg\"
Pizîşkê neşterger rewşa zindaniyê siyasî yê Kurd normal wesifand
Girêdayî vê mijarê, Kemal Husênî çalakvanê mafên mirovan, hejmarek çavkaniyên nûçeyan re ragihandibû: Fexredîn Ferecî ku li zindana Tebes a Îranê dima, dawiya hefeya borî, bi wergirtina merexesiya awarte ji zindanê bo heyamê 15 rojan, li nexweşxaneyeke bajarê Sine hat emelyat kirin.

Ferecî sala 2010-2011`an, ligel Mihemed Husên Rizayî, Çengîz Qedemxêr û Eyûb Esedî, bi tometa endambûn li yek ji partiyên opozisyona hikûmeta îslamî ya Îranê, hatibûn binçavkirin.

Ew çar hemwelatiyên Kurd piştî vê ku salek binçavdêriya hêzên ewlekarî da bûn, di encamê de sala 2012`an bi tometa derketin hember Xwedê (muharibe) û endambûna yek ji partiyên dijberî hikûmeta Îranê, li dadgeha Şoreş (înqilab) ya Sine, li Fexredîn Ferecî 30, Mihemed Husên Rizayî 45 , Çengîz Qedemxêr 40 û Eyûb Esedî jî 30 sal cazayê girtinê hatibû birîn. Herwiha birîz ew bo zindanên Tebes, Mînab, Mescid Silêman û Kaşmêr a Îranê hatibûn sirgûnkirin.