Nêçîrvanekî dilkevir derbek din li xwezayê da

15:28 - 1 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Bi kuştina ajaleke din a çiyayî ji aliyê nêçîrvanekî Mahîdeşta Kirmaşanê ve, xwezaya xweşik a Kurdistanê dîsa kincên reş ên şînê li xwe kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nêçîrvanekî li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, hirçek nêr li gundê “Leilava” ê ser bi Mahîdeşta Kirmaşanê hedef girt û piştî birîndarkirina bi dehan guleyan, ew kuşt.

Raport wê rastiyê jî derdixin holê; wî hirçî piştî derbên guleyan, 5 rojan di gundên deverê berxwedan kiriye û di encamê de telef bûye.

Çavkaniyên nûçeyan ên Çavdêrên Jîngehparêzî ji peyamnêrê Kurdpa re ragihandibûn ku hirçê birîndar dema ku di wê rewşa nexweş de ber bi telef bûnê ve diçû, ji aliyê hejmarek kes ve bi kevir û kuçikan derb lê ketibûn û eziyeta birînên wî hatibûn kirin.

\"26780.jpg\"
Hirçê birîndar ji derdê birînên xwe rû bi gundiyan kir
Bi gotina hezkiriyên xweza û ekolojî, hekî berpirsên hikûmetê xemsarî nekiribana û zû xwe bigihandana cihê bûyerê, dê hirçê birîndar ê rizgar biba.

Pêwîste bê gotin, hirçê birîndar ji derdê birînên xwe penah bi gundên deverê biribû, lê mixabin kes lê xwedî derneketibû.

Pêştir jî ew hirç ji aliyê lingê xwe yê rastê ve bi tundî hatibû birîndarkirin.

Gorî çavkaniyên agah ên herêmî, Heya niha kesên ew bûyer afirandinî û hirç tunekirinî, nehatine binçavkirin, herwiha ji laşê wê hirçê jî agahiye bi dest neketiye.

Pêştir beriya niha bi mehekê, dîsa hirçek li gundê “Dereşiwan” ê Osmanvend li Kirmaşanê, bi awayekî xembar hatibû birîndarkirin ku bi sedema pêranegihîştina derman û xemsariya karbidestên hikûmetê li Tehranê telef bibû.

Herwiha havîna borî jî bi qelibîna tirombêlekî ji çêlika hirçekê, ew ji holê rakiribû.

Girêdayî vê pirsê sala borî, ajansa Kurdpa raportek belav kir ku hirçeke mêr li daristanên derdora Îslamabada Kirmaşanê bi rêya dana dermanên jehravî ve hatibû telefkirin.

Nûçeyên têkildarî kuştina ajal û firendeyan ji aliyê hemwelatiyan ve di demekê de ye ku ew du salin, piraniya nêçîrvanan dev ji nêçîrê berdane û çek û silahên xwe şikandine.