NAVENDA AMARA ÎRANÊ: NIRXA HILOSIYA XWARDEMENIYAN ZAFTIR JI 35 JI ESD E

15:28 - 21 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Nûnerek Parlemênta Islamiya Îranê dide zanî, Nirxa Hilosiyana Xwardemeniyan zafitr ji Sedî 35 e.

Elî Muhemmed Ehmedî, Endamê Komîsyona Bername û Bûdceya Parlemêntê ji “Mêhr” re got: Nan, penîr, Hêk, Mîwe, Dan û Goştê Sipî û Sor ji Tiştên din zêdetir bi buha bûne.

Ev Nûnerê Parlemêntî her wisa dide rojevê ku xêncî Xwardemeniyan, Nirxa Xaniyan, Av, Berq angu Wizeya Karebayê, Gaz û Hewcehiyên Pizişkî zafandine bi awayekî ku buhayê Xanîbereyan di çîheva salek beriya niha de 48 ji Sed zaf bûye.

Ev Gotinên wî Nûnerî di de mekê de ye ku Banka Navendiya Îranê Îdiayê dike ku Nirxa Hilosiyana 5 Heyvên bihorî kêmtir ji 23 ji sedî ye.