Nameyek vekirî bo hemû jinên kurd!

14:04 - 31 Gulan 2013
Unknown Author
Evdile Koçer

Ey jina kurd!

Biborin, ne mafê min, ne jî mafê tu zilamekî kurd heye ku aqil bide te!

Lê bi destûra te be, tenê dixwazim vê bibêjim: Ji kerema xwe re, bi zimanê tirkî/erebî ji min re behsa \"azadiya jina kurd\" neke!

Jinên kurd çiqas ku bikaribin xwe ji ziman û çanda dagirkeran azad bikin, dê ewçend jî bikaribin rihê xwe azad bikin!

Çiqas ku bikaribin rihê xwe azad bikin, dê ewçend jî bikaribin ber bi naskirina nasnameya xwe ya \"jin\"atiyê ve bimeşin!

Ji ber ku: Jinên kurd serê pêşîn \"lêdan\"ê ji ziman û çanda dagirkeran dixwin, paşê ji civat û mêrên kurd!

Loma, divê jinên kurd serê pêşîn xwe ji gerîneka ziman û çanda dagirkeran azad bikin!

Ey jina kurd!

Tişta min fêm kirî ev e: Jinên kurd ên ku bi tirkî/erebî qala \"azadiya jina kurd\" dikin, qet û qet azad nabin! Û dê qet jî azad nebin!

Lê dîsa jî mixabin hinek jinên kurd naxwazin vê yekê fêm bikin: Li Bakurê Kurdistanê \"tecawûz\"a herî mezin li ziman û çanda kurdî tê kirin!

Jinên ku bi tirkî qala azadiyê dikin, nizanin ku bi zimanê tirkî ve çiqas \"sik û ne-xweşik\" dibin!

Jinên kurdî-zan ên ku xwe bi tirkî/erebî şêrîn dikin, serê pêşîn pêlî delaliya xwe dikin, pêlî hemû hebûna me dikin!

Ey jina kurd!

Li gorî fikra min, hemû daxwazên azadiyê yên bi zimanê kurdî, gava yekem e ku jinên kurd sînorekî bixin navbera rihê xwe û rihê dagirkeran!

Ji ber ku: Dagirker bi sed rê û rêbaz û hîle û pîleyên rewşenbîriyê ve dixwazin serê pêşîn zimanê xwe bixin devê jinên kurd, da ku hemû civaka kurd ji hebûna xwe dûr bikeve; da ku qurmê civaka kurd hêdî hêdî biçilmise û ber bi nemanê ve biçe!

Li seranserî Kurdistanê, jinên kurd behsa çi jî bikin, doz û daxwaza çi jî bikin, -eyb e meriv binivîse!- lê divê xwestekên xwe sedîsed bi zimanê xwe bi kurdî bikin!

Heke bi tirkî be, dê jinên kurd du car bibin \"bindest\"! 1- Bindestiya zimanê dagirkeran! 2- Bindestiya heyî! (Ma hewce ye ku ez behsa bindestiya mêrên kurd jî bikim?!)

Jinên kurd bila min jî \"azad\" bikin, bila hemû dinyayê jî \"azad\" bikin, lê ji kerema xwe re, ne bi zimanê tirkî!

Ez naxwazim rihê xwe yê nîv-azad careke din bixim bindestê dagirkeran!

Ey jina kurd!

Bibore lê hemû gilî, gazinc û lomeyên min ji ber vê yekê ne: Pêşketin û azadiya jinên kurd, serê pêşîn pêşketin û azadiya hemû mêrên kurd e!