“Naca”yê gulle Berdane xortê Kurd û ji jiyanê bêpar kirin

20:16 - 15 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di encama teqeya rasterast a hêzên leşkirî ên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorên Qesrê Şîrînê a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ciwanekî kasibkar ê Kurd canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora gehiştî destê Ajansa Nûçegehaniya Kurdpayê, çend rojan berî niha ciwanê 21 salî bi navê “Se’îd Cemalî” di encama teqeya rasteras a hêzên leşkirî ên Komara Îslamî canê xwe ji dest da.

Navbirî piştî kirîna galonek “Petrola Spî”, mijûlî karê xwe yê kolberiyê bûye li herêma sînorî, lê hêzên leşkirî ên Komara Îslamî, bê ku tu hişdariyekê bidin wî, gulle berdanê û di encam de Se’îd canê xwe ji dest da.

\"28997.jpg\"
Se’îd Cemalî
Di raporê de hatiye ku Se’îd îsal ji serbaziyê qetiya ye û bi nirxa kêm ya 50 hizar Tûmenî, liser sînorê Qesrê Şîrînê, nanê rojê derdixist.

Li gorî nawenda amar ya Ajansa Kurdpayê, ji despêka sala nû ya Zayînî ve, 56 kolberên Kurd li ser sînoran, bûne armanca rasterast ya hêzên leşkirî ên Komara Îslamî û canê xwe ji dest dane. Eva di demekê de ye ku temenê wan di navbera 17 heya 45 saliyê hatiye texmînkirin.

Çend sal berî niha jî Ehmed Şehîd, rêportêrê taybet ê NY derheq binpêkirina mafê mirov di Îranê de, kuştara sîstimatîk a kolber û kasibkaran li ser sînorên Îranê, rexne kir.