Morexesî ji girtiyên siyasî Kurd re nedan

17:12 - 2 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Ji ber nêzîkbûna cejna remezanê, berpirsên girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê, dijberiya morexesîdan ji girtiyên siyasî ên Kurd re kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, berpirsên girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiye, li nêzîkbûna cejna remezanê, bi morexesîdan ji girtiyên siyasî Kurd re, dijberîkirin.

Çavkaniyeke agehdar li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: Di demên nêzîkbûna rêûresmên cuda de, bexşnameyên cuda ji aliyê dezgaha qezayî ji berpirsên girtîgeha re didin, ev bexşnayene derheq nedana morexesî ji girtiyên “tawanbar yên Kurd ênbi ajanîkirin û alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyona hikûmeta Îranê, ne da ku pêşî ji morexesîdanê bê giritin.

Li gorî vê çavkaniya agehdar, ji ber nêzîkbûna cejna remezanê, carek din girtiyên siyasî û ewlehî, ji mafê morexesîvegirtinê hatine bê par kirin.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, girtiyên ewlehî û siyasî çendîn caran, bi şandina nameyên cuda derheq nedana mirexesiyê bi boneyên cuda ji dadgeha şoreşî ya bajarê Urmiyê û Dîwana Bilind a welat re nerazîbûnên xwe nîşan dane.

Wê çavkaniya agehdar ku nexwastiye navê wî eşkere be daye zanîn, ku girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, di bin givaşan de ne û ji hemû maf û îmkanatên destpêkî, bê par in.