Mohsin Rizayî: Turkiye cihê bawerê nine

13:37 - 3 Nîsan 2012
Kurdpa: Kargêrê korra diyarîkirina qazanc û berjewendiyên nizamê Rgehand ku hikumeta Turkiyêne cihê bawerê ye, û baştire ku gotûbêjên li ser pirsa navikî li welatek din de werin encam dan.

Nûçegihaniya Mêhr ji zarê Mohsin Rizayî ve bilav kir ku baştire gotûbêj di gel girûpa pênc zêde yek li yek ji welatên Îraq, Sûriye, û Lubnan de birêve here.

Wî herweha ragehand ku nabe em Turkiyê dost bihesibînin.

Ew lêdwan û axavtinên Mohsin Rizayî di demekê de bûn ku çend roj berî niha teyib Erdoxan li îranê de bû, û li ser pirsa Sûriyê boçûnên dij bi hev di gel deshilatdarên Îranî hebûn.