Mirov cara yekem kengî û çawa dest bi axaftinê kiriye

15:13 - 3 Hezîran 2015
Unknown Author
Amed Tigris
 
Di vê mijarê de çend teorî hene, lê du ji wan ên bingehîn, cuda û balkêş in. Her yek ji wan jî xwedî çend varyantên rengîn in: 1.Teoriyên teolojiyê: ev jî di nav xwe de dibe çend beş. Bi afrandina Adem û Hewayê re mirov dest bi axaftinê kirine. Xwedê bi Adem û firîştehan re peyîviye. Firîşte bi Adem û Hewayê re peyivîne. Bi Îblîs re peyivîne.

Gelo ew bi çi zimanî peyivîne? Li gorî Teoriya Dibistana Gotî jî; neviyê Nûh Magog dema ji keştiyê daketiye ser rûyê erdê dest bi axaftinê kiriye û ev destpêka axaftina mirov tê hesibandin. Di hemû olên semawî de ev teorî hene.

2.Teoriyên zanistî: Cara yekem mirovan li kîjan welat û dîrokê de dest bi axaftinê kirine kes nizane. Di vê mijarê de texmînên cihê cihê hene. Antropolog û jeolog bi hev nakin. Hinek ji wan dibêjin, “100 hezar sal” û hinek jî “50 hezar berî niha ecdadê me Homo erectus dengê mirovan derxistine…” Di vî warî de du faktorên anatomiyê hene: Sîstema axaftinê û mejî. Ango gewrî û mejiyê mirov. Pêwîst e ku di gewrî û ziman de gelek guhertin û pêşketin hebin ku dengên sembolên cuda derbikeve. Hem dengên cuda û hem jî bikaribe heman dengî dubare bike ku mirov têbigihîje ka çi dibêje. Di anatomiya Homo erectus de gav bi gav guhertinên mezin çêbûne. Di mejî de navenda axaftinê bi pêş ketiye. Mejiyê pêşketî hemû organan birêve dibe.

Serê Homo erectus mezin û nêzîkî yê meymûnê bûye lê bejna wî/wê ji mirovên îro kurtir bûye. Di serdema Homo erectus de (mîlyon û nîv sal dike) anatomiya mirovan de gav bi gav guhertinên mezin çêbûne.

Ziman bi kar, mejî û fikrandinê ve girêdayî ye. Dema agir bi kar anîne û nêçîr kirine, fikirîne û plan çêkirine. Di proseseke dûr û dirêj de, di mejî û organên ziman de peresendî çêbûne. Tê texmînkirin ku ev dema axaftinê nîv milyon sal girtiye. Di prosesa anatomiya Homo erectus de dest pê kiriye û heta ya Homo sapîens domiyaye û kemiliye. Li ser dengderxistina mirovan a cara pêşî pênc teorî hene: Teroriya haw hawê: dibêjin deng hatine guhertin û paşê jî formê gotin û wateyê hatine guhertin. Ji dengê hewtêna kûçik navê kûçik pêk hatiye.

Hawhaw = kûçik. Hîn îro jî navê gelek tiştînan ji dengê wan tê.Teoriya hey hoyê: ziman di kar û barê kolektîv de peyda bûye. Deng di kar û çalakiyên kolektîv de mirovan organîze û kordîne kiriye. Teoriya peh pehê: ziman bi derketina deng ve girêdayîye. Ji hîs, qîrîn, tirs, êş û daxwazan ve girêdayîne. Piştre bi pêşketiye deng hatine guhertin û gotin zêde bûne. Teoriya ting ringê: Li gorî vê teoriyê ziman bingeha xwe ji stran, govendê û ji dengê watedar girtiye. Teoriya teq reqê: Li gorî vê teoriyê di navbera naverok û hinek dengan de, ji destpêkê ve girêdaneke xwezayî heye. Dema yek ji wan tê guhertin dengê cuda peyda dibin.

Çavkanî: Azadiya Welat