Mirina xwendekarekî Kurd bi sedema bûyereke karkerî

14:09 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd li Ciwanroya rojhilatê Kurdistanê ku bi neçarî rû bi kirêkariyê kiribû, beriya niha bi du rojan ji avahiya lê kar dikirî, kevte xwar û demildest jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja sêşemî 28`ê tîrmehê, Bêlal Qasimîrad, xwendekarê qonaxa dawîn a xwendinê li zanîngehê, ji qata 6`em a avahiya lê kar dikirî kevte xwar û di heman demê de, dev ji jiyanê berda.

Çavkaniyeke agah vê derbareyê de ji peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Wî ciwanê Kurd bi sedema nebûna pêdiviyên îmenî di dema karklirinê de, tûşî vê bûyerê bûye û miriye.

\"28283.jpg\"
Heman çavkaniyê diyarkir ku Bêlal Qasimîrad, bi sedema giraniya birînan û xwînrêjiya mejî, di heman dema ku ji avahî kevtî xwar, demildest jiyana xwe ji dest dabû.

Li Îranê piraniya mirinên ku bi sebeba cinayet (bûyer) ên kar têne holê, haletên kevtin ji avahî û cihên bilind in.

Çalakvanên karkerî jî ser vê baweriyê ne, nebûna îmeniya kar, peydanebûna amûrên hewce bo karkirinê, mifahwergirtin ji wesayîtên kevin, xemsariya xwediyên kar û her wiha şareza nebûn bi rêya karkirinê ji sedemên sereke yên mirina karkeran li welatê Îranê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî, tên destnîşankirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî vê yekê ku karker bi sedema bûyerên kar li Îranê jiyana xwe ji dest didin, tu alîkariya navendên têkildar ên hikûmeta wî welatî, bi malbatên wan re nayê encamdan.