Mirina hemwealtiyeke din ji ber kîmyabarana bajarê Nodşeyê

21:02 - 26 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurpa: Kêmendameke din yê kîmyabarana bajarê Nodşeyê, bi sebeba bandora çekên kîmyayî di nexweşxaneya bajarê Tehranê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeyên ku gihştine Ajansa Kurdpa,birîndareke din bi navê “Hadî Îsmaîlî” yê ku di dema reşandina kîmyebaranê bi ser bajarê Nodşeyê de birîndar bibû, roja Înê ango 26’ê meha Çileya Pêşîn,di nexweşxaneyeke bajarê Tehranê de jiyana xwe ji dest da.

Hadî Îsmaîlî di sala 1987’an de,bi sebeba bombardûmana hikûmeta Be’is,destê wî birîndar dibe, û her di vê salê de,cara duyem, di gundê Qelacî,ji aliyê Sîng û Siyên xwe ve, tûşî kîmyabaranê bi gaza xerdelê dibe.

Navbirî ku mamostayê pirtûkxaneyê jî bû,bi sebeba kûrbûna birîna xwe,ev 30 sal bûn ku nedikarî bi berdewamî kar bike.

Hadî Îsmaîlî di sala 1964’an de li bajarê Nûdşeyê a girêdayî parêzgeriya Kirmaşanê ji dayîk bûye, û nîştecihê bajarê Merîwanê bûye.

Bajarê Nodşe ketiye 10 kîlometriya sînorên Îran - Îraqê. Di sala 1987’an de,di encama şerê Îran û Îraqê de, ketiye ber kîmyabarana hikûmeta berê ya Îraqê. Hêjayê gotinê ye ku di 28 salên derbazbûyî de, zêdetir ji 100 kesan, ji koma 500 kes ji berketiyên vê çeka kîmyayî jiyana xwe ji dest dane.