Mirina du hemwelatiyan bi sedema teqîna madeyên teqteqok ên agirîn

15:33 - 6 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Teqîna madeyên teqteqok ên agirîn, bi bo boneya nêzbûna “Çarşemiya Sor” li Serdeşt û Şinoya rojhilatê Kurdistanê, du kes ji mafê jiyanê bê par hiştin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çerşemî 4’ê adara 2015’an li mezela şexsî a kesekî sivîl li bajarê Serdeştê, madeyeke agirîn ku bi boneya merasîma “Çarşemiya Sor”û nêzbûna Newrozê li mal hatibû dayîn û paşxistin, teqiya û bû sedema hilweşîna xanûmanan û herwiha derdora wê avahiya teqteqok tê de jî agir pêket.

Ew bûyer li taxa “Şêwe Îbrahîm ”a bajarê Serdeştê qewimî û birîndarbûna tund a welatiyekî 30 salî ê Kurd bi pey xwe hîşt ku piştî rakirina wî bi nexweşxaneyê li wir dawî bi jiyanê anî.

Ji aliyekî din ve li taxa “Şehrek Ferhengiyan”a Şinoyê (18’ sibat ”february”a 2015’an) hemwelatiyekî bi navê Yûnus Emînî, bi sedema teqîna madeyên teqteqok ên agirîn li dukanê, leş ê wî agir peket û sedî 96 ji tenduristiya xwe winda kir.

Ciwanê 21 salî ê şewitî demildest rakirin nexweşxaneya Şinoyê ku li wir jî bi sebeba dijwarbûna birînan ew destpêkê bo bajarê Urmiyê û bi dûre jî bo bajarê Mezin ê Tebrîzê hat veguhestin.

Navborî 8 rojan li nexweşxaneyeke bajarê Tebrîzê bin çavdêriya bijişkî ma û di encamê de bi sedema dijwarbûna birînan jiyana xwe winda kir.

Çarşemiya Sor hefteyek beriya hatina Newrozê li Kurdistanê, nemaze rojhilatê Kurdistanê û Îranê des pêdike ku pêştir bi pêxistina agir, cejin, gerandina guvendê û rêûresmên kevnar ên dîrokî birêve diçû lê mixabin bi guhetina çanada kevinar di nav civaka Îranê de, di wan salên dawî de teqîn û teqandina madeyên teqteqok û agirîn ên nû derketî, salane heya destpêka Newrozê û pişîtî Newrozê jî bi dehan kes dibin qurbaniyên wan bûyeran; dimirin û kêmendam dibin.