Mîracî jî agir pêkevt

21:36 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Deverên çolî û darûbarên çiyayê “Mîracî” li Merîwana rojhilatê kurdistanê, bi bûyera şewatê re rû bi rû man û şewitîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpo, îro duşemî 27`ê temûz (july) daristanên çiyayê “Mîracî” li Merîwanê, di nava agir de şewitîn û bûn rejî.

Hatiye ragihandin ku ew agir bi qasekî dijwar bûye ku heya daristanên gundên “Serdûş” û “Siyanav” jî bi xwe girtine.

Gorî raportên hatinî belavkirin, di vê şewatê de beşek berçav ji darên Berûyan şewitîne û ji holê rabûne.

Her wiha peyamnêrê kurdpa ji wê bûyerê hatiye agahdarkirin ku bi sedema nebûna pêdiviyên hevce û alavên vemirandina agir, şêniyên deverê heya dema belavbûna vê nûçeyê, nekarîne agir vemirînin.

Heya niha jî sedema wê şewatê, zaniyariyek negihîştiye berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa.

Piraniya şêniyên rojhilatê Kurdistanê ser vê baweriyê ne ku xwezaya kurdistanê bi plan û senaryoyên pêştir hatî amade kirin ji holê tê rakirin. Gelek caran bi hinceta ku hêzên dijberî hikûmetê li daristanan dimînin, Sipaha Pasdaran bi zanebûn xwezaya Kurdistanê dişewitîne.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêktên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildarî wan bûyeran e. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.