Mihemed Elî Xezaî: Dema Guhertina Civata Ewlehiya Saziya Netewên Yekbûyî Hatiye

16:16 - 10 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Beşa Navendiya hewal li ser zimanê nûnerê Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê di Saziya Netewên Yekbûyî de ragihand ku pêwîst e di Civata Ewlehî de reform werin encamdan û ger ev yeka cîbicî be hemû welat dê mifahê jê bibînin.

Pêka qisên Mihemed Elî Xezaî, Civata Ewlehiyê di hinek karan de weke ronî, rastbêjî û bêalîbûnl de xwe naparêze û pêwsît e guhertinên bilez têde pêk were.
Vî berpirsî herwiha got pêkhata vê Şivrê bersivderê Civaka Cîhanî ya îroyîn nemaze Rojhilata Navîn nîne û piraniya biryaran bi awayek kitekesî cîbicî dibin.
Civata Ewlehiya Saziay Netewên Yekbûyî heta niha çar durpêç dijî çalakiyên etomî yên Îranê pejiranidye.

Civata Ewlehî (UVSC) yek ji organên saziya netewên yekbûyî tê hesêb û ev navenda ji 5 endamên herdemî û 10 endamên demkî pêk tê.