MEZINTIRÎN KELA DÎROKAIYA ÎLAMÊ BÛYE ŞÛNA AJELAN

21:41 - 25 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Kela Dîrokiya “Şax”a Îlamê, ji aliyê Hêzên Pêwendîdar ve bûye şûna rawestandina Ajelan.

Kela Şax ku yek ji Mezintirîn Kelên Dîrokiye Kurdistan Îranê ye, dikeve gundê “Berdî”a girêdayî bajarê Dêhluran a Îlamê.

Ew Kel di dema Sasaniyan de li hev hatiye tê gotin di dema xwe de li ser rêya Îran û “Mezopotamya” angu “Beynennehreyn”ê bûye.
\"5815.jpg\"
Bexşdariya Zerrînê ku gundê ketiye ser wê beşê, dide zanîn, seva nebûna Bûdce ye ku ew yek bi sere Kelê hatiye.

Li Parêzgeha Îlamê gelek Şûnên Dîrokî ji Nasnameya Kurdan hene lê seva xemsariya Berpirsên Pêwendîdar, ber bi kawilbûn diçin.