Metirsiya mirinê li ser gola Urmiyê

14:46 - 4 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Sarya Azer
Gola Urmiyê duyemîn gola ava şor ya di asta cîhanê de, ber bi çik bûn û hişk bûnê ye.
Şoriya wê golê û her wiha rewşa wê di navçeyê de, xwedî girîngiyeke taybete û tevî ku gelek caran ji aliyê karnasên ekolojiyê ve, rewşa metirsîdar ya çik bûna wê hatibe nirxandin jî, lê dîsan pêwiste ku sedemên wê kêşeya xwezayî bên vekolîn û bên bîranîn.

Gola Urmiyê bi hawirdoreke berfireh ya erzên çandinî û her wuha cîhewana giyanewerên cor bo cor e. hinek ji wan weke Filamingo û her wuha Amtemiya taybet in û jiyana wan bi hebûna hevdû girê dayi ye. Di vê demê de ku ji 3 paran 2 parên vê golê cik bûye, jiyana giyanewera Artemiya ku tenha giyanewerek e, soriya avê dikare tehemul bike, di metirsiyê de ye. bi wê ve girêdayi jiyana balindeya filamingo jî ku adana wê artemiya ye, di bin metirsiyê de ye.

Tê gotin gola Urmiyê bombeke 8 milyar tonî ya xwê ye ku ger rêçareya rizgarkirina wê neyê dîtin, ew tehdîdek e li ser jiyan bajarên bakûr û bakûrê rojavayê Êranê.

Li ser sedemên çik bûna wê golê pispor û karnasên hawirnasiyê di çend xalan de hemfikir in. hinek ji wan sedemên insanî ne lê hinek wan ji faktorên xwezayî serçave digrin.

Di bersiva vê pirsyarê de ku gelo kîjan factor bi tasîrtir in di ekosîstema golê de, nêrînên cuda cuda hene. Lê di wê de ku tesîra faktorê insanî di lezgîntir kirina rewşa golê de bi bandortir in, hemfikriya pisporan balkêş e.
Li gor nêrîna hawirnasan, kêm bûna rêjeya baran barînê li deverê , di 15 salên borî de rê li ber têkçûna ekosîstema golê vekiriyê. li gel wê yekê jî, lêdana bîrên neyasayî ji bo avdaniya erzên çandiniyê bûye sedema kêm bûna avên bin erdî li derûdora vê golê.

Ji aliyeke din ve, gelek çemên deverê ku li ser golê bûne, li ser wan benavên mezin hatine avakirin û li gel nebûna bernameyek e baş di bikaranîna wan bendavan de, deriyê avên xwezayî li ser golê hatine girtin.

Her wek tê zanîn gola Urmiyê di navbera her du parêzgehên mezin yên bakûrê rojavayê Êrnê de ye ku bi azerbaycana rojava û rojhilat tên nasîn. Çêkirina pira veguhastina di navbera her du parêzgehan de, sedemek din ya bi bandor e di rewşa wê golê de.

Pira ku li gel hezîneyek mezin ji bona hêsankirina hatinçûyina di navbera her du parêzgehan de hate çêkirin,  di despêkê de bi nerazîbûna parêzvanên xwezayê re rû bi rû ma. Lê dewleta Êranê bê berçavgirtina daxwazên wan projeya riya Şehîd Kelanteriyê pêk anî. Lê di nirxandinên hawrnasan de derdikeve riya ku gol kiriye du beş, bûye sedema wê ku hewaya her du beşan ne wek hev be û ew yek jî di çikîna wê de bi tesîr be. Li gor nêrîna karnasên hawirnasiyê beşa başûr ya wê golê tenîsktir û kêm avtir e. Ev yek jî di buxar bûna avê di başûrê golê  dezêdetir dike.  Beşa bakûrê golê kûrtir e û ava wê hêniktir e. riya veguhastina Şehîd Kelanteriyê rê li ber ger û veguhastina hewayê de navbera her du beşan de digre û yek ji faktorên insanî ye yên bi bandor di çikîna golê de.

Her wuha tê zanîn ku her du parêzgehên li ser golê, xwedi axên çandinî ne û ji ber wê jî navendên çandinê tên naskirin. Lê di demên dawî de zêdekirina çandinê bi wayeke bê sînor û bikaranîna teknolojiyê ji bona bikaranîna avên bin erd û ser erd, riya avên ser golê hatine guhartin.

Li gel sedemên ku hatin amaje kirin, germ bûna rêjeya hewayê û buxarbûna ava golê jî rê li ber çê bûna gevirên mezin ve kiriye. Kevirên xwê çavkaniyên avên ku di bin golê de dikelin, kor dike û dibe sedema wê ku gol nekare avê ji çavkaniyên bin erdî bigre.

Tevî ku sedemên çikîna ava golê û metirsiyên wê li ser jiyana gelê deverê gek caran hatiye nirxandin û parêzvanên mafê xwezayê ji bo parastina golê gelek çalakî li darxistine, lê hîn jî parlemana Êranê bernameyek cidî ji bo golê negirtiye peş xwe.

Her çiqas ku tê gotin bernameyek ber fireh ya avkişandinê ji çemên Eres û her wuha gola Xezerê di destê amadekariyê de ye, lê tê zanîn ku guhartin di rêjeya ava wan çavkaniyan bi xwe jî kêşeyên nû wê bi dû xwe de bîne.
Demek berî niha cîgirê berê yê  wezîrê wuzeyê di Êranê de Mihemed Riza Etarzade dabû xuya kirin ku kêm bûna rêjeya 50% ya avan li ser golê û her wuha guhartinên avûhewayî û hişkesaliyê di çikîna wê de bi bandor e. wî dabû zanîn ku dibê saziya parastina jîngehê di wê barê de bi bername be û çareendîşiyê bike.

Etarzade her wuha li ser rêjeya baranê di îsal de, da zanîn ku li gor sala par 20% rêja baranê kêm bûye. Gotinên wî di demekê de ne ku karnas çêkirina bendavan li ser golê sedema kêmbûna ava wê dizanin. Di despêka sala nû ya hetawî jî rêvebrê Sazmana Parastina Jîngehê dabû xuya kirin ku ger Wezareta Wuzeyê berpisyariyên xwe bi cîh bîne, wê de 5 salên pêş me de encamên baş li ser rewşa golê bên destxistin.

Di dawiyê de bi berçev gitina rewşa giştî ya jîngehê li Êranê ku ji hişkesaliyê bi tesîr bûye, tê  dîtin ku jiyana gelek golên biçûk û çavkaniyên avî di wî welatî de, di bin metirsiya nemanê de ne.

Li hember wê yêkê, kemterxî û siyaseta berçav nekirtina mafê jîngehê ji aliyê dewleta Êranê ve narazîbûnên parêzvanên jîngehê li gel xwe aniye.
Mînakên wê çêkirina 35 bendav li ser 14 rûbarên li ser golê di parêzgeha Urmiyê de ye ku nîşana nebûna bernameyek karnasane ye li hember çavkaniyên xwezayî li wî welatî ye. Her wuha tê zanîn ku istifadeya bê sînor ya ekonomîkî ji çavkaniyên xwezayî li Êranê di 30 salên borî de bi tu avayekî li ser jiyana rojane ya gel tesîreke bi mifa nebûye û berevajî wê yekê çavkaniyên xwezyî jî bi metirsiya nebûnê re rûbirû hîştiye.