Mesûd Barzanî: Bi tekez nabe xwîna Kurd bi destê Kurd bê rijandin

21:18 - 25 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser aloziyên duh (24`ê Gulanê) ên li herêma Kêlaşînê di navbera PKK û pêşmergeyên PDKÎ de hate holê daxuyaniyek da.

Mesûd Barzanî di wê daxuyaniyê de diyar kir ku şerê birakujî wê hemû aliyekî zirarmend bike û tu kes jî di vî şerî de bi sernekeve.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew daxuyanî li ser malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir.

Mesûd Barzanî di wî daxuyaniyê de wiha bilêv kir:“Ez wî şer û nakokiyên navbera PKK û PDKÎ de şermizar dikim. Ez ji herdu aliyan daxwaz dikim ku xwe di ber çavan re derbas bikin, pirsgirêkan kurtir nekin û nebin sedemê belavbûna aloziyan. Pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê û jihevfamkirinê çareser bikin.”

Barzanî her wiha da zanîn ku şerê nav mala Kurd wê zererê bigihîne hemû aliyekê û wiha pêda çû: “Şerê navxwe zererê digihîne hemû aliyekê û tu kes jî di vî şerî de sernakeve. Ne di asta partî û ne ji ser asta netewî, tu qazancek di nakokî û şerê navxwe de nîne. Min berê jî ragihandibû ku divê bi hemû aliyên xwe ve şerê birakujiyê bê heramkirin. Ez niha jî dûbare dikim ku nabe şerê birakujiyê hebe û xwîna kurdan bi destê kurdan bê rijandin. Divê du alî di asta berpirsayetiya giştî de bin. Hemû şêweyên şer û pevçûnên navbera aliyên kurdî de, wê zererê bigihînin cih û navdariya gelê Kurdistanê. Wê aramî û hêviyên gelê Kurdistanê jî xirab bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li hemû aliyan kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em ji her aliyekê re radigihînin ku em rê nadin Kurdistan bibe cihê hesabên siyasî yên tu aliyan ku dijî hev derkevin. Hewcedike hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kontrolkirina vê rewşê û pêşî girtina li aloziyên di navbera van herdu aliyan de, hemû hewldanên xwe bikarbêne.”