Mesiyê Asyayî alîgirên xwe matmayî hişt in

20:05 - 20 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Nûciwanekî Kurd li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê, di lîstika Futbolê ya (nûciwanên jêr 11 sal a Avusturya yê de), bi lêdana 5 golan, hêza xwe ya lîstikvaniyê nîşan da û alîgirên xwe eciband in.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Yadigar Rostemî xortê nû gihîştî yê Kurd li Merîwanê ku bi “Mesi”yê Asyayî jî tê naskirin, di lîstika topa pê ya nûciwanan ku li Avusturya(Otrîş) ê birêve çû, di nava tîma neteweyî a welatê Îranê de, wek stêrkekî çirisî.

Tîma neteweyî ya nûciwanên Îranê ku di wê lîstikê de bi encaka 8 gulan bermaber golekî de bi serkevt. 5 golên pêşbirkê ji aliyê Yadgar Rostemî (Mesiyê Asyayî) ve hatin tomar kirin.

Ew naznavê “Mesi” (lîstikvanê navdarê Arjantînî yê tîma“Barcelona”) ji aliyê Mêhdî Mehdewkiya, midûrê tîma neteweyî ya jêr 11 sal ve, bi wî nûciwanê Merîwanî hatiye dayîn.

Mêhdî Mehdewîkiya lîstikvanê binavbangê berê yê tîma neteweyî a Futbola Îranê û midûrê tîma nûciwanê jêr 11 sal a wî welatî, ew tîm bi hilbijartian 15 kesan li Riwansera Kirmaşanê amade kiribû û ber bi Avusturya(Nemsa) yê ve birê kiribû.

Yadigar Rostemî di pola pêncem a dibistana seretayî, li gundê “Sawacî” ê ser bi beşa “Xawmîrava” ya Merîwanê, perwerdeya hînbûnê dibîne.
\"26636.jpg\"