Mesiyê Asiya dîsa qaremanî afirand

22:21 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Yadîgar Rostemî naskirî bi Mesî, lîstîkvanê nûciwan ê Futbola Îranê, bi lêdana 8 golan di Kapa Norveçê de, careke din qaremanî ji xwe nîşan da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tîma futbola Îranê ya jêr 11 sal temen ku bi du tîman li Kapa Norwejê beşdarî kirbû, di yekem roja wê lîstikê de, du yarî hatin encam dan. Yariya yekem bi encama 16 golan beramber bi golekî bidawî bû. Lîstika duyem jî bi 15 golan bernber bi golekî bi qazanca tîma Îranê dawî pêhat.

Heya niha di nav wan yariyane de (Kapa Norveçê), Yadîgar Rostemî bi tomarkirna 8 golan, wek yek jî baştirîn lîstikvanên hatiye hilbijartin.

Lîstikên “Kapa Norwêj” bi beşdariay 52 welatan, hezar û 639 tîman û 32 hezar beşdaran, destpêkiriye ku hîna jî didome.

Hêjayî gotinê ye, Yadîgar Rostemî pêştir jî di yariyekî hember tîma nûciwanên Avusturyayê jî bi lêdana 5 golan hember gulekî, qaremaniyeke din bo xwe û rojhilatê Kurdistanê tomar kirbû.

Mehdî Mehdewîkiya lîstikvanê berê yê tîma netewî a futbola Îranê û rahênerê tîma nûciwanên Îranê , naznavê Mesî bi Yadîgar Rostemî re hilbijartiye.

Yadîgar Rostemî, rûniştvanê Merîwana rojhilatê Kurdistanê ye ku di qonaxa dawî ya dibistana seretayî li gundê Savcî, mijûlî xwendinê ye.