Merîwan/ Nexweşên kîmyayî ji derd û dermanên giran dinalînin+Wêne

13:37 - 12 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Navendên hikûmeta Îranê li rojhilatê Kurdistanê, girîngiyê bi mexdûr(zirar kirî) ên kîmyayî yên şerên 8 sal qewimî (navbera Îran û Îraqê) nadin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, yek ji mexdûrên kîmyayî li Merîwana rojhilatê Kurdistanê, mehane 400 hezar Tûmen bo tedawî kirina xwe dimezixîne û navendên hikûmetê ên peywendî dar tu hengavek bo çareser kirina pirsgirêkên madî û manewî ê wî nexweşê kîmyayî hilnegirtin e.

Hadî Îsmaîlî ku beriya niha bi 27 salan, tûşî nexeşiya kîmyayî bibû, niha tendurustî ya wî nebaş e û bo peyda kirina dermanan bi pirsgrêkan re rûbirû bûye.

Ew kesê nevborî ku sedî 40 ji tendurustî û leşsaxiyê bêpar maye, mamostayê dibistanên seretayî ên gundên Oramanat û her wiha bajarê Merîwanê jî bûye ku ew 2 salin bi sedema nexweşiyên riviyan û pirsgirêkên bêhn (nefes) girtinê, ji hînkirina xwendevanan bêpar maye.

Hadî ê nexweş, bi nûçegihaniya”Îrna”a ser bi Dewleta Îranê re gotiye: Di mehekî de bo çendîn car hewceye daku ez serdana bijişkan bikim, xeynî mizaxtinên tûp (kepsul )ên giran yên”oksîjenê”, li mehekî ez bi xwe zêdeyî 400 hezar Tûmen, tenê bo tedawî kirinê dimezixînim (xerc dikim), ev di demekê de ye ku Navenda alîkarî Kirina malbatên şehîdan û Fedakaran (binyad şehîd û îsargeran) tû alîkariyek bi min re nekirin e.

Nexweş ê kîmyayî ê rojhilatê Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de got: Ez ji hevjîn û keça xwe ya 7 salî gellk sipas dikim, jiber ku gerçi ez bi mifah wergirtin ji dermanan bi kol û derdan şevên reş derbas dikim, lê ew du kes (jin û keç) li ber serê min rudinin û bi henaseyên xwe yên germ tiştek bi qasî serê derziyekî be jî, ji nexweşiya min kêm dikin.

Rewşa xirab a wî nexweşî li Merîwanê bi awayekî derbas dibe ku sala borî jî birayê wî bi sedema bandora gazên kîmyayî ên şerê 8 sale yên Îran û Îraqê, jiyana xwe winda kir.

Sal nebe ku çendîn welatiyên kurd ku ji êrîşên şerê Îran û Îraqê tûşî nexweşiyên kîmyayî bûne, jiyana xwe ji dest nedin. Eva di demekê de ye ku li bajarên Serdeşt û Nodşe (ya ser bi Pawe a Kirmaşanê), kesên nexweşên kîmyayî, bi awayekî bêdeng û matmayî jiyana xwe winda dikin.

Hêjayî gotinê ye, Mrîwan û gundê “Sirmar” yekemîn mekan li Îranê û Kurdistanê de ne ku bûne cihê êrîşa kîmyayî a rejîma Be’s a Îraqê.
\"24158.jpg\"

\"24157.jpg\"

\"24156.jpg\"

\"24155.jpg\"