Merîwan/ Manovra leşkirî bûye sedema agirketina ji darberûyan

15:07 - 20 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Manovra leşkirî ya arteşa rejîma Îranê li Merîwanê, agirgirtina darberûyên rêzeçiyayê Zagrosê li Kurdistanê de bi du xwe re anî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Duşemî, 17’ê Tebaxa 2015’an li encama birêveçûna manovra leşkirî ya tîpa 328 ya hêzên çekdar ên hikûmeta Îslamî a Îranê li bajarê Merîwanê, daristanên “Kanî Qolcan”ê li 15 kîlometriya Bakûra Rojavaya wî bajarî li agir de şevitîn.

Tê gotin ku bi sedema agirgirtinê çend hektar ji darberûyên wê deverê şewitîn û jibavçûn.

Li heyamê çend salên derbasbûyî de, ew dever bi berdewamî rastî agirberdanê tên.