Merîwan/ Agir dev ji Kurdistanê bernade

16:57 - 10 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Çol û çiyayên derdora Merîwana Rojhilatê Kurdistanê, li sê xalên cuda ji hev tûşî şewatê bûn û bi zirarên mezin re rû bi rû man.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 9`ê hezîranê, daristanên derdora gundê “Hesenavle” ê ser bi Merîwanê, di du beşên Komasî û kure Musewî li bakûr rojhlatê Merîwan bi şewatê re rûbirû mane.

Hêjayî gotnê ye tevahiya wê şewatê ji aliyê şêniyên deverê û Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwanê ve hatiye vemirandin.

Ewncûmena Kesk a Çiyayê Merîwanê li ser vê bûyerê ragihandibû: Ji destpêka buhra evsa heya niha, 30 haletên şewatê li Merîwanê pêkhatine ku piraniya wan di daristanên qerebalix de bûye.

Li aliyê din rûniştvanên xwecihî ên Merîwanî ser vê baweriyê ne ku hêzên leşker ên ser bi Sipaha Pasdarn bi hinceta berevanî kirin hember partiyên opozisyon ên qaşoyî wê hilûmetê, bi qesd wan daristanan dişewitîn in.

Herçend vemirandina agirên daristan û derdorên Kurdistanê li erka hikûmetê tê hesibandin, lê ew şewat tenê ji aliyê kesên hezkiriyên xweza û ekolojî û herwiha ronişvanên deverêî ve tê kontirolkirin.

Tevî vê yekê ku çalakvanên jîngehparêzî li Rojhilatê Kurdistanê, rolek mezin di parastina xweza û jîngehê bistû girtine, lê bicaran bi tometa têkdana ewlekariya giştî ji aliyê hêzên ser bi Sipha Pasdaran ve hatine binçav kirin.