Mêrekî jina xwe kuşt

21:29 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Jineke Kurd li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê mêrê xwe ve, bi çifteyeke berikavêj(tifekê)hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, jineke temen 28 salî li navçeya Mirgever a ser bi Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê mêrê xwe ve berikên çifteyê bi ser de tên reşandin ku di encamê de jiyana xwe ji dest dide.

Ew jina kurd ji aliyê mêrê xwe ve yê bi navê “C . Ç”, bi çifteyê hedef tê girtin û di encamê de jiyana xwe ji dest dide.

\"28156.jpg\"
Termê jina 28 salî a li Urmiyê ji aliyê mêrê xwe ve hatî kuştin
Peyamnêrê Kurdpa li Urmiyê li ser vê pirsê ji ajansa kurdpa re ragihand:“C . Ç” ku kujerê wê jinê ye, piştî pêkanîna bûyerê keçe xwe ya temen 3 salî hildide û ber bi cihekî nediyar ve direve.

Heman çavkaniya agah a herêmê eşkere kir: Ew jin û mêr rûniştvanên gundê “Helec” ê ser bajarê Urmiyeyê bûn ku pêştir jî pirsgirêkên malbatî û bi hevre jiyanê hebûn.

Têpayîn ku kujerê jina (nasnemeya wê nehatî diyarkirn), ji rojhilatê Kurdistanê ber bi sînorê welatê Tirkiyê ve revîbe.