Mêlodîdanerê bajarê Kirmaşanê çû ser dilovaniya xwe

21:17 - 18 Çirriya paşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Helbestvan û Mêlodîdanerê Kirmaşanî, “Rehîm Mu’înî” li nexweşxaneyeke bajarê Tehranê koça dawiyê kir.

Li gorî rapora belavbûy, di Nexweşxaneya “Cem” a bajarê Tehranê, “Rehîm Mu’înî” di temenê 87 saliyê de koça dawiyê kir.

Navbirî bi dirêjahiya temenê xwe,mijûlî karê helbestvaniyê bû , û alîgirên helbestên wî û bitaybet helbesta bi navê “Êy Şem’ha bêsûzîd” (Ey mom, bişewitin) zaf bûn.

Mu’înî karê nigarkêşiyê jî dikir, lê bi sebeba dijayetiya malbatê, ev kar nekir, û di meha Xermanana sala 1320 (1941)’an de dest bi çalakiyên siyasî yên xwe kir, û rojnameya “Selehşûranê Xerb”çap kir, û di encamê de jî tûşî hepsê û terikadina wargehê xwe bû.

Wî helbestvanî di derbarê Muzîkê de, digel hunermendên binavûdeng, wekî “Elî Tecvîdî, Pervîz Yaheqî û Homayûn Xorem alîkarî kiribû, û stranbêjên naskirî wekî Dilgeş û Merziye jî helbestên wî gotine.

Piştî destkarîkirina hinek ji helbest û stranên Mu’înî Kirmaşanî, kurê wî Husên Mu’înî Kirmaşahî helbest û stranên babê xwe çap kirin, ku pirtûka “Xabê Noşîn” û Razê Xliqet” karên vî çalakvanî ne.

Herçend ku Rehîm Mu’înî Kirmaşanî Kurd bû, û di malbateke kevnar a Kirmaşanî de hatibû dinê, lê ti demekê, karên Edebî û hunerî bi zimanê Kurdî, yan debarê Kurdistanê de belav nekirin.