Meha Rehmetê

15:30 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2013
Unknown Author
Paşa Amedî

Rojiya mehe remezanê wexta ku tê meriv tev bin bandora rojiyê de dimîne. Hîna rojî nehatîbû jî gelek meriv digotin “rojiyâ îsal di germê de ye em ê çawa rojiyê bigrin?”.  Bi rastî zarokên nû yê gîhîştînin ji wan re gelek zor û zehmet e.

Wexte paşîvê ezman sayî û ronî ye, hêstirk dibiriqin merivên bawermanda silav dike, roniya hêstirkan û hîvê her derê ronî dike, her der aram e û bê deng e. Dengê defê hêdî hêdî lê dikeve ji dûr de. Bi dengê defê malbat hêdî hêdî ji xewa giran radibin, roniya malan pêdikeve, dengê xweşîna avê, teq û reqê feraxan tê li malên nêzik de. Hinek zarok jî jê êvarde gotîbûn “me rakin paşîvê em ê jî rojiyê bigrin.” Nikarin rojiyê bigrin jî lêbelê kêfa wan tê bi rojiyê re. Gelek malbat tew ranakevin heta wexta paşîvê.

Deme paşîvê dema pêşiya berbangê jin tev zû radibin, hezîriya xwarina paşîvê dikin, paşê ba malbata xwe dikin. Pêxemberê me dibêje “Rabin paşîvî, bi gumik av jî be paşîva xwe bikin.”ê ku rojiyê digrin meriv tev  bi xêra xweş û geşiya rojiyê radibin. Zarokên ku rojiyê jî nagrin ew jî dibêjin “me jî rakin paşîvê” kêfa wan jî rojiyê gelek tê. 

Dema paşîvê malbat tev radibin dest û ser çavê xwe dişon, hinek avdestê digrin paşê tên ser sifra hazir, xwarinên xwe dixwin, hinek malbat xwarina xwe zu xwarine, Qur’anê dixwînin bi dengê hêdî û hêdî jî be deng ji cîranan tê, dengê xweş û kelama Xwedê bela dibe bi bayê paşîvê. 

Dem dibore, dem ber ve banga sibê dere. Roniya malan gelek dişewute, meriv tev tedarika rojiya xwe dikin.

Rojiya rojê bi banga berbangê dest pê dike, heta banga mixurbê yanê bi “Ellahuekber” destpê dike û bi pê jî diqede.

Rojî ji bo Xwedê tê girtin. Rojî di dema berbangê bigre heta mixurbê ji xwarinê, têkiliya zayendê, têştê çevt û derewan xwe dûr xistine. Di rojiyê de rojiya xwe bi îbadetê, teatê, xwendina Qur’anê xurt dikin…

Di Germa havînê û rojê dirêj de rojî gelek bi zehmet e, tî û birçî meriv bê hal dihêle. Rojî ji merivê pale re hê zêde dijware. Meriv ji bo nanê xwe bişxule û ji bona Xwedê rojiyê bigre pir xêr e, rojiya herî bixêr jî ev e.

Meriv tev li benda fitarê ne, ku çi wextê fitar bibe û fitara xwe bikin. Meriv tev bi birçî û tî bûnê de heşê meriv tev diçe ser tî û birçîbûnê. Çav li çi dikeve dibêje “ez ê vê bixwim, viya bixwim…” Ku meriv here bazargehê jî di ber seyarfiroşan re derbas dibe bîra xwarina tiştan hê zêde dibe. Nefs nefseke û tim li xwe mêze dike û têr nabe. Di rojiya de û her deme de tu car nefs birçî û têr nabe.

 Di rojiyê de li ber êvarê jiyan bi lebat û tevger dibe. Dikandar dukanê xwe digrin, karker û pale hêdî hêdî karên xwe diqedînin û dikevin rêya malê. Rê, kolan û kuçe bi merivan û erebokan şên dibe. Li gund jî cotkar, pale û xebatkar pir westiyane û ji tî û pirçîbunê bêhal mane.

Li ber êvarê jin û kebaniyê malê haziriya xwarina fitarê dikin, sifrê radixin. Hinek jî Qur\"ana pîroz dixwînin, hinek kal û pîr tizbiyê xwe dikşînin wîrdê xwe dom dikin, hinek jî dia dikin…

Zarok û zarokên ku nû gîhîştînin yên ku nû dest bi rojiyê kirinin pir tî û pirçî bûnin, sewr nakin ku çi wextê fitar bibe. Gelek dem dere êdî merivên zarok û mezin tev li bendê bangê ne…  ronahiya minarê vêdikeve, mele bi dest banga pîroz dike; “Elehu ekber, elahu ekber…”  ango “Xweda  mezin e ...”  Her kes “Bismillah” dibêje û radigîhîje avê û dest bi xwarina xwe dikin.

Li ser sifra merivên dewlemend gelek tişt hene; xwarin û vexwarina cûr bi cûr tijiye. Sifra herî hejara jî nan û av, şorbe û zerzewatên erzan e…

Di rojiyê de merivê hejar û dewlemend pir xuya dibe. Her kes bi  halê xwe zane ku birçîtî çawa ye û rewşa xizana pê dizane. Merivên dewlemend bi birçîbûnê halê hejartiyê pê dihese û hîn dibe. Merivên devlemend û hejar bi birçîbûnê qedra nîmetê zane û hîşyar dibe. Bi birçîbûnê heyîn û tunebûn tê fehm kirin.

Piştê fitarê wexta ku terawîh nêzik dibe, malbat heziriya terawîhan dikin. Kal, pîr, bav û dê tev hêdî hêdî berve mizgeftê diçin, lê zarok jî ma cihî xwe de dihewin, ev jî derin, didin pey dê û bavên xwe. Li mizgeftê dengê Qur\"anê tê û li taxê bela dibe.

Li mizgeftê mezin û  biçûk, feqîr û dewlemend tev di rêzikî de rêz dibin û dest bi nimêjê dikin. Di huzura Xwedê de tev yek dibin, li cem Xwedê şah û geda yek e. Kî dia û îbadetê ji bo Xwedê bike û dilsoz be ew pêşta ye li cem Xwedê… Zarok bi terawihê gelek kêf û geş dibin û piştê terawihê hinek meriv xwarina gofret û biskuwîtê bela dikin zarok kom dibin herkes para xwe digre û kêf dikin. Zarok ji meha Remezanê meha rehmetê nesîbê xwe digrin, meha remezanê ji zarokan re dibe jiyanek cûda.

Jiyana meha Remezanê bi xetimkirina Qur\"anê, sedeqê û alîkariyê xwe gelek nîşan dide, yê ku merivên hejar re alîkariya xwarinê dikin, ê ku nexweşa re alîkarî dikin… di remezanê de rehmet dibare.

Rojî ji me bawermend û mislimanan re fersendeke mezin e. Meha Remezanê mehe rehmetê ye, wext û dema îbadet û xêra ye… Kî merhametê bike wê merhemetê biwîne. Cihan zevî û erdê axretê ye kî çi bajo ê li wêrê biçine û bixwe. Kî di riya Xwedê de bimeşe û ji bo Xwedê bike ew ê kar bike.